Hevdîtinên Kongreya Star ji bo kampanya îmzeyan dewam dike

17:15

JINHA

QAMIŞLO - Kongreya Star di çarçoveya Kampanya Îmzeyan ya ku bi dirûşmeya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' hevdîtinên xwe bi baskên jinan û navendên partiyên siyasî re dewam dike.

Di 11'ê Mehê de di bin navê 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmarliyê' kampanya komkirina îmzeyan bi pêşengtiya Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star hatibû dest pêkirin. Di vê çarçoveyê de komek ji rêveberên Kongreya Star û endamên Buroya Pêwendiyên Kongreya Star serdana partiyên siyasî yên navenda wan li Qamişlo kirin û xwestin ku ew jî piştgirî bidin kampanya îmzeyan. Hevdîtinên ku beriya niha bi 6 rêxistinên jinan re hatibû kirin, îro jî bi serdana çar navendên partiyên siyasî dewam kir. Heyeta Kongreya Star ku endama Kongreya Star a bajarê Qamişlo Neîme Hesen, endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî û endama Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star Mekiye Hiso jî di nav de, serdana navenda Partiya Kesk a Kurdistanê ya Qamişlo kirin. Heyet di rûniştina xwe de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî da û tecrîda şidandî ku li Îmraliyê bi bîr xist. Serdanên Heyeta Kongreya Star li navenda Partiya Komînîst a Kurdistanê, navenda Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûriyê, navenda Partiya Çep a Kurd li Sûriyê û navenda Partiya Kombûna Niştîmanî Kurdistanî dewam kir.

Di serdanan de bi tevahî nûner û rêveberên baskên jinan ên partiyên siyasî piştgiriya xwe ji bo kampanya îmzeyê diyar kirin û li jêr belgeya kampanyayê îmze avêtin. Dê serdanên heyeta Kongreya Star bi mebesta bal bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidome.

(lç/rc)