Jinan bi çepik û tilîliyan Çilem pêşewazî kirin
08:29
JINHA
EDENE - Çilem Dogan azadbû, gihişt malbat û keça xwe. Çilem a ku bi çepik û tilîliyên jinan hatî pêşewazîkirin vêcarê li ber derê malê ji aliyê malbatê ve hat pêşewazîkirin.
Çilem Dogan a ku parastina xwe ya cewherî kirî, mêrê şidet lêdikir kuştî û paşê jî hatî girtin bi kefaleta 50 hezar lira tahiliyebû. Çilem ji Girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê di saetên şevê de derket. Çilem bi çepik û tilîliyên jinan li ber derê girtîgehê ji aliyê jinan ve hat pêşewazîkirin û ber bi malê ve birin. Dema ku Çilem li ber derê malê ji aliyê keça xwe ya li bendêbûye û malbata xwe ve hat pêşewazîkirin jinan diruşmên "Tu bi xêr hatê, bijî şêwirmendiya jinan" bilind kirin.
Jinên ku di tevahî pêvajoya girtinê de Çilem bitenê nehêlan bi wê re hatin mala wê. Dema ku jin li mala Çilem gihan hev kêliyên hestiyar hatin jiyan kirin.
(zt)