Meryemê li her derê zarokê xwe digere
09:02
Zehîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Meryem Mistefa yek ji wan jinan e ku çeteyên DAIŞ'ê jana wendakirina zarokên wê pê daye jiyandin. Çavên Meryemê li zarokên xwe digere û hîna jî li benda agahiyekê ye.
Di operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de gelek gundên girêdayî Bajarê Minbicê ji aliyê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin rizgarkirin, yek ji van gundan jî gundê Kersan ê ser bi bakûrê bajar e. Bi rizgarbûna her gund û mezrayekê jî, êş û janên giran ên ku çeteyan nixumandibûn wek birîneke kûr derdikevin holê. Welatiya bi navê Meryem Mistefa (45) ku dayik û bavê wê ji Kobanê bûn, ew bixwe li Minbicê tê cîhanê û salên pir dirêj li gundê Kersanê dijî, di êrîşên DAIŞ'ê de du zarokên wê jê têne girtin, ku yek ji wan li ber vaçên wê tê kuştin. Meryem Mistefa bi dileke tejî êş û çaveke bendewar li benda agahiyek ji zarokê xwe ye.
Hovîtiya ku sînoran nas nake
Meryemê wiha qala hovîtiya ku DAIŞ'ê pêk aniye dike, "Beriya niha bi 6 mehan çetên DAIŞ'ê du zarokên min girtin ku yek li ber çavên min kuştin û yê dinê jî birin ez nizanim ka çi bi serê wî kirin. Di van demên dawî de jî du birazayên min jî birin, em heta niha nizanin çarenûsa wan çiye. Dibe ku kuştibin jî, di derbarê wan de tu agahiya me nîne. Li vê derê me gelek zilma çeteyên DAIŞ'ê dît. Êşa ku me ji destên çeteyan kişand, xwedê nîşanî dijiminên me jî neke. Di gundê me da zilaman nedikarîn li mal bisekinin. Çete dihatin tevahî komdikirin û dibirin. Jixwe derketina jinan û zarokan a derve qedexe bû. Ne li gor çanda me bû, lê bi zorê me hemûyan ebayên reş li xwe dikir."
'Em bi rizgariya gund kêfxweş bûn'
Meryemê pêvajoya rizgarbûna gundê xwe jî wiha reva kir, "Piştî ku gundê me hate rizgarkirin, me ebayên reş avêtin, zilamên me vegeriyan malên xwe, em jin û zarok dikarin bi rehetî derkevin derve, em bi azadikirina gundên xwe kêfxweş bûn."
Meryemê ligel êşa xwe ya kûr jî ji bo ku careke din çete nikaribin herêmên wan dagir bikin wiha got, "Çi ji destên me were em ê ji bo alîkariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bikin û pêwîst be em ê bikevin şer ji bo em bajarê xwe azad bikin ji destên çeteyên DAIŞ'ê. Ji bo tu kesên din zilma wan nebîne. Ez cardin spasiya Meclisa Leşkerî a Minbicê dikim. Ez her li benda dîtina kurê xwe û birazayên xwe me. Ez ê her li wan bigerim. Hêvî dikim tu dayikek êşa min jiya, nejî."
(en/rc)