Xwişkên cot zayend dixwazin ‘wek jin’ bijîn

09:05

JINHA

ERZIROM – Li Erziromê xwişkên bi navê S. D. û Y.D ku cot zayend dijîn, psîkolojiya ku bi salane dijîn ji ajansa me re parvekirin. S. diyar kir ku di alî fîzîkî de di pêvajoyek zehmet de derbas dibin û got ew dixwazin wek jin bijîn.

Li Erziromê xwişkên bi navê S. D. (22) û Y.D (13) xwedî cot zayendê ya li cîhanê kêm tê dîtinê ne. Ev rewşa ku wek sendroma bêhestiyariya androjen jî tê bi navkirin, di 20 hezar welidîna zindî de di yekê de tê dîtin. Xwişkên hev diyar kirin ku ji ber rewşa ku dijîn psîkolojiya wan xera bûye û naskirina cot zayendê û psîkolojiya xwe ji ajansa me re vegotin. S. D ya 22 salî da zanîn ku di 15 saliya xwe de ferq kiriye ku pêsîrê wê çênabin û got bi vê re jî regl nebûye, bejna wê her çûye dirêj bûye. S. da zanîn ku li ser vê çûye nexweşxanê û doktor jê re gotiye ku malzaroka wê pêş neketiye. S. bi lêv kir ku bi salan ketiye nava lêgerîna nasnameyê û got xwişka wê ya 13 salî Y.D jî heman pirsgirêkê dijî.

‘Ji ber mirovan psîkolojiya min xera bûye’

S. axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez piştre dîsa çûm doktor. Ji min re gotin ti cot zayendî. Hinekan got ti mêrî, ti eleqeya te bi jinbûnê tine. Min got çareya vê heye? Gotin tine, divê ti biçe Cerrahpaşa ya Stenbolê. Rewşa me ya aborî ne başe. Em 7 xwişk û birane. Ez nizam çawa derman bibim. Ez di bunalima nasnameya zayendî de me. Xwişka min jî di heman rewşê de ye. Ew jî regl nabe. Pêsîrê wê çênabin. Ew jî carna xwe wek jinan carnan wek mêran dibînin. Em her du jî heman rewşê dijîn. Ew jî xemgîn dibe. Psîkolojiya wê xera bûye. Dema diçûm sûkê her kes dibêje li bejna wê binêre çiqas dirêje. Ez jî tiştek nabêjim. Davêjim dilê xwe. Ji ber mirovan danakevin cadeyê. Ez diçim malê û digirîm.”

‘Bedena min li ya mêran çûye’

S. da zanîn ku dayika wê jî ji ber vê rewşa wan xemgîn dibe û got yekane daxwaza dayika wan eve ku ew baş bibin. S. bi lêv kir ku bedena wê li ya mêran çûye û got ew ji vê rewşê gelek nerehete û got: “Pêsîrê min tine. Her kes min wek jin dibîne. Ji ber vê ez jî cilên jinan li xwe dikim. Hevalekî min yê mêr heye. Dayika wî gotiye ez ji kurê xwe re li keçan digerim, li mêran nagerim. Yanî min naxwazin. Ez jî dixwazim wek jinan bijîm. Lê carna jin jî eleqeya min dikişînin. Kesê hevalê min e, rewşa min nizane.”

S. da zanîn ku serî li ÎHD’ê dane û got ji bo xwe alîkarî xwestine.

(hu)