Cilûbergên kapîtalîzmê zirarê dide tendûrustiyê

09:07

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR - Berhemên Kapîtalîzmê bi qasî ku helandina çanda civakan pêş dixîne, bi xwe re pirsgirêkên tendûrustiyê jî tîne. Endama Çand û Huner a bajarê Til Temir Rîma Dawê têkîldarê mijarê nirxandin kir û wiha got, "Em dixwazin jinên ciwan teşwîqê çanda kurdî bikin, cilûbergên kurdî li xwe bikin. Pêwîst dike em jinên ciwan bi zanbûn tevbigerin û xwedî li çanda xwe derkevin. Çanda mirov nasnama mirov e. Cilûberg jî beşek ji çandê ye ku em ê bi zanebûneke rast nêzîk bibin."

Modernîteya Kapîtalîst di tunekirin, helandin û bêçandkirina civakê de serî li rêbazên pir zirav dide. Xaleke din ya girîng jî berhemên Kapîtalîzmê ku çavkaniyeke esasî ya vê rastiyê ye. Bi xwe re rê li ber pirsgirêkên cuda yên tendûrustiyê jî vedike. Bi taybet di salên dawî de cilûbergên ku derbasî bazarê dibin, bi demê re nexweşiyên cuda pêş dixîne. Jinên ku pantolonên jean ên teng li xwe dikin, bi nexweşiyên cûrbecûr rûbirû dimîn in. Di vê mijarê de li gor lêkolînên ku ji hêla bijîşkan ve hatiye kirin nexweşiyên wek sînîr, xurandin û her wiha nexweşiyên mîde, pişt û rûvî heya radeyekê ji pantolonên jean ên teng sedem digire. Bi taybet pantolonên teng bandoreke xirab li ser laşe jinan dike.

Nevenda tendûrustiyê li Rûsya û Ingilistanê jî di encama lêkolînên xwe de diyar kirine ku pantolonên jean yên teng dibe sedemê zêdebûna nexweşiyan. Li Ingilistanê her sal nêzî 3'ê hezar û 695 kes ji ber vê nexweşiyê serlêdana nexweşxaneyan dikin. Bijîk diyar dikin ku xwekirina pantolonên jean ên teng herareta beden bilind dike, laşê mirov sist dike û herwiha ji bo ewlehiya rehma dayikê jî xeterî tîne. Pisporên Emerîkî jî diyar dikin ku yên hertim pantolonên jean ên teng li xwe dikin rastî nexweşiyan tên. Pispor bi taybet anîn ziman ku piranî jî mirovên li bajaran dijîn yên di temenê 20 heya 30 salî de pantolonên jean li xwe dikin bi nexweşiya kêmherikîna xwînê û xitimandina damar di rûviyan de dijîn.

Navenda Tip ya Brooklyn Maîmonîdes li Emerîka diyar dikin ku ciwan di bin navê şopandina modayê de pantolonên teng li xwe dikin û di herêma newqê de nexweşiya bi navê 'Meralgia paresthetîca' ku sînîran tengav dike çêdibe. Di encama vê de jî li lingan de rê li ber kêmbûna hîskirinê çêdike. Pispor ji ber vê yekê hişyarî didin û diyar dikin divê herkes li gor bedena xwe cil li xwe bike. Navend her wiha anîbû ziman ku pantolonên jean di jinan de damaran dixitimîne û nexweşiyên wek warîs û sîstît çêdike. Pantolonên ku li newq û mîdeyê şidandinê çêdikin dibin sedema nexweşiyên wek reflu, gastrît û nexweşiyê mîdeyê.

Li Rojavayê Kurdistanê jî heya radeyekê cilûbergên ku tendûrustiyê dixin xeteriyê têne lixwe kirin. Têkîldarê mijarê endama TEV-ÇAND'ê ya Til Temir Rîma Dawê got, "Kapîtalîzm rêbazên xwe yê jiyanê bi bazar, mode, rêzefîlm û hwd. aniye herêmê. Êdî piraniya ciwanan van cilan li xwe dikin, nizanin ku çi ziraran digihîne ser bedena wan. Her wiha çandeke yek-teşe didin pêşiya civakê. Ez dikarim bêjim ev parçeyek ji şerê taybet e ku tê meşandin. Di fîlm, rêzefîlm, reklam û hwd. tenê şêwayek didin pêş. Ev çanda pir-reng a gelan jî dide wendakirin. Dapîrên me cilên Kurdî li xwe dikirin, lê niha jinên ciwan divê dubare li çanda Kurdî, cilûbergên kurdî xwedî derkevin. Bi şoreşa Rojava re hinek guhertin çêbibe jî hîna wek tê xwestin hişyarî û zanebûn pêş neketiye."

Rîma da zanîn ku ew wek endamên Navenda Çand û Hunerê girîngî didin nirxê çandî û wiha pêde çû, "Em dixwazin jinên ciwan teşwîqê çanda kurdî bikin, cilûbergên kurdî li xwe bikin. Pêwîst dike em jinên ciwan bi zanbûn tevbigerin û xwedî li çanda xwe derkevin. Çanda mirov nasnama mirov e. Cilûberg jî beşek ji çandê ye ku em ê bi zanebûneke rast nêzîk bibin."

(en/rc)