Ligel zilma dewletê têkoşîna jiyanê berdewam dike

09:08

JINHA

WAN - Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 1'ê Gulanê de tîmên taybet gerîlayê HPG'ê Mahmut Çar (Cîgerxwîn Serhat) li malek înfazkir û welatiyên bi navê Adil Gur, Keser Gur, M.G. (16) û Abdî Aslan ên ku hemû astengdarên fîzîkî û mejî ne hatin girtin. Malbatê li hember girtinê nerazîbûn nîşan da û wiha gotin, "Ji ber em kurdin dewletê ewqas zilm li me dike. Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin."

Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 1'ê Gulanê de tîmên taybet gerîlayê HPG'ê Mahmut Çar (Cîgerxwîn Serhat) li malek înfazkirin û welatiyên bi navê Adil Gur, Keser Gur, M.G. (16) û Abdî Aslan ên hemû astengdarên fîzîkî û mejî ne binçavkirin û dûvre girtin. Dayika Abdî û Adîl, Halîme Gûr (70) tevî nevî û bûka xwe yê ku ji ber darpkirina polîsan ew jî ji piştê ve astengdar bûye têkoşîna jiyanê didin.

'Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin'

Halîme diyar kir ku ew xwarinê amade dike lê dora wê kes tuneye û wiha got, "Berê tevahî zarokê min derdorê min bûn. Em keyfxweşbûn û bi aram dijiyan. Niha dû neviyê min hene û bûka min a astengdar. Em kurdin ji ber wê dewlet li ser me êrîşên xwe pêk tîne. Lê bila bizane ku em kurdin û em ê kurd bimirin. Heya dawî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."

'Hevjînê min alîkarî dida min'

Hevjîna Abdî, Şerbet Gur ya astengdar zehmetiyên ku dijî wiha anî ziman, " Ez jinek astengdarim. Nikarim li ser lingên xwe bisekin im. Hevjînê min û kurê min alîkar min dibûn û min radikirin lê ser lingên xwe. Niha kes tuneye. Ez ê çi bikim."

'Dewlet zilma xwe li ser axa me pêk tîne'

Xwîşka girtiyên astengdar Felek Gur jî wiha axivî, "Ez ji ber êrîşên dewletê Cizîrê derketim û hawara dayika xwe hatim Wanê. Ez bin zilma Cizîrê hatim Wanê, lê li vir jî zilm û êrîşên dewletê berdewam dike. Em kurdin ji ber wê dewlet li ser axa me malên me de êrîşên xwe pêk tîne."

'Mazlûm jî xerîbiya kevokên xwe kiriye'

Daxwaza kurê Abdî, Baran Gur ê 9 salî jî ew e ku malbata wî serbest bê berdane. Baran got, "Min gelek xeribîya malbata xwe kir. Kes tuneye mala me de. Birayê min ji xwe re kevok xwedî dikirin. Gelek ji kevokan hezdikir. Niha em kevokên wî xwedî dikin û em nikarin mîna wî xwedî bikin. Ez dizanim Mazlûm gelek bêriya kevokên xwe kiriye. Bila hemû derbikevin û Mazlûm jî azad be. Da ku kevokên xwe xwedî bike."

(hk-htk/rc)