Jina Lubnanî hêviyê azadiyê di HPC-JIN de dibîne

09:30

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ- Jina Lubnanî Viyan Ehmeda ku tevlî hêzên HPC-JIN bûye got, "Ji ber ez rastiya şoreşa Rojava nas dikim û kesên fedekar di nav de li ser fikir û felsefeya Rêberê Apo li çavkaniya mirovahiyê digerin, ji bo wê ez tevlî HPC-JIN'ê bûm."

Pêşengiya jinên Kurd di qadên leşkerî de ji tevahî jinên cîhanê re bûye çavkaniya hêzê. Viyan Ehmed (45) ji Lubnanê ye û ji bo ku beşdarî nava hêzên HPC-JIN bibe tê bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê. Viyan da zanîn ku ew ligel mêrek ji bajarê Humsê zewicîbû û dayîka du zarokane. Viyan bilêv kir ku ji ber şîdetê hevjîna, ew hev terk kirine û wiha got, "Hevjînê min hem şîdet li hember min dikir hem jî zarokên min ji min dûr xist. Rejîma Baasê jî hovîtiyek mezin anî serê me. Kurê min ê mezin di nava artêşa rêjîma Sûriyê de cihê xwe digirt, piştî ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, kurê min hewl da ku ji wan veqete, ji ber vê yekê rêjîmê ew bi bihaneya ku xayînê welat e, kuştin. Ez kurê xwe şehîd dibînim, ji ber ku rastê hovîtiya rêjîma Baas a dîktator hat û xwes ji kiryarên wan dûr bikeve, lê bi destên wan hate kuştin."

'Min azadî û mirovahî di şoreşa Rojava de dît'

Viyan bal kişand ser şoreşa Rojava û bandora wê ya erênî li ser civakê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gelek partiyên cuda derketin di bin navê azadiya Sûriyê, lê şoreşa Rojava birastî ji hêvî da herkese. Careke din jiyan da min jî. Min azadî û mirovahî di şoreşa Rojava de dît. Tevî ku bavê min bi partiyên Sûriyê yên girêdayî rêjîma Baas re kar dikir, di zaroktiya me de ji me re digot 'Wê rojek were Rêberê Apo bangeke dîrokî bike, ti kes ji bilî mirovên ku wateya mirovahiyê dizanin, vê qêrînê fêm nakin'. Ev gotin ji bîra min naçe."

'Nexweşiya min li pêşiya pêkanîna xewna min nebû asteng'

Viyanê tevlîbûna xwe ya ji HPC-JIN'ê re wekî serbilindî dibîne û nêrînên xwe bilêv kir, "Tevî hemû êşên ku min di jiyana xwe de kişandine û nexweşiya min a pençeşêr heye, min biryara berxwedanê da. Min cihê xwe di nava HPC-JIN'ê de girt. Ji ber baweriya min heya dawiyê bi vê hêzê heye. Ez ê hemû hêz û vîna xwe ji bo parastina civakê û jinê bikar bînim. Em ê ji her kesî re bidin îsbatkirin ku jina azad cihê serbilindî û serfiraziyê ye. Wê navê jina azad di dîrokê were nivîsîn."

Viyan wêneyeke Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan resim kiriye û hestên ku ev resim pê dane xêzkirin wiha anî ziman, "Dema min wêneyê Rêber Apo resim kir, ez bi hestên serbilindî û serfiraziyê hesiyam. Ji ber ku sazkirina wêneyê rêberekî wekî Ocalan tiştekî cuda ye. Ji ber ku mirovahiyê di hundirê xwe de dihewîne, bi azadiya jinê bang dike û ji bo ku jin careke din bibe bingeha civaka azad têdikoşe. Ez bang li jinan dikim ku tevlî HPC-JIN'ê bibin da ku em civaka xwe biparêzin û parastina wê bikin."

(hs/rc)