Çîlem: Ez bi hêza jinan bawerim
10:50
Fîlîz Zeyrek / JINHA
EDENE - Çîlem Dogan ya ku li dijî hevjînê xwe yê berê parastina cewherî pêk anî û hat girtin, duh bi kefaletê hat tahliyekirin. Çîlem Doganê ji bo biryara tahliyeyê got: “Bi salan bû em li vê edeletê digeriyan. Li derve jî, li hundir jî bi mîyonan jinên girtî hene. Ezê ji vir şûnde ji bo azadiya wan têbikoşim. Em di têkoşîna jinê de bûn sembol. Ji ber me serî netewand. Ji bo rondikên me nebarin me têkoşîn meşand. Ez niha bi hêza jinan bawerim. Wê dengê me ji her derê bibîhizi.
Çîlem Dogan ya ji bo li dijî mêrê şîdet lê dikir, parastina cewherî bikaranî, rastî 15 sal ceza hat, diyar kir wê ji vir şûnde ji bo têkoşîna azadiya jinê bixebite. Çîlemê li navçeya Yuregîr a Edeneyê pirsên me bersivandin û got wê biryara tahliyeyê dipa lê ne ewqas zû û wihagot: “Ev edeleteke ku dereng mayiye. Ji xwe bi salan bû em li vê edeletê digeriyan.”
‘Min pir şîdet lê min serî netewand’
Çîlemê got di dema ku şîdet didît de gelek caran biryara parastinê daye girtin lê dengê xwe nedaye bihistin û got di têkoşîna jinê de bûye sembol û wiha berdewam kir: “Min gelek şîdet lê min dîsa jî serî netewand. Min kesek kuşt lê min ji mecburî wisa kir. Ez bûm dengê jinên şîdetê dibînin û dengê xwe dernaxin. Ji vir şûnde ezê ji bo wan têbikoşim.”
Çîlemê da zanîn ku bandora şîdeta ku dîtiye hîna dijî û ev tişt gotin: “Li şûna ku ez di hembêza kesekî kujer de bijîm, îro wek kesek azad dijîm. Ev hesteke gelek xweşe. Heta niha bi hezaran jin rastî şîdetê hatin. Parêzvanên van hebûn lê ti fêde nekir. Dengê xwe nedan bihistin. Êdî ji bo hemû jinan têdikoşim, ji bo wan dimeşim.”
‘Min serî netewand’
Çîlemê axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Ez salekî girtî mam. Lê gelek jinan ji bo min têkoşîn meşand.Ji vir şûnde heta emrê min hebe ezê jî ji bo wan têbikoşim. Dema li hundir bûm min soza vê da. Em di têkoşîna jinê de bûn sembol. Me serî li dijî şîdetê netewand.Ez bi hêza jinan bawerim. Wê demê me ji her derê bibîhîzin.”
Çîlemê ji bo piştgiriya hemû jinan spas kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo rondikên me nebarin, me têkoşîn da. Emê bidin jî. Niha ez bi zaroka xwe re û malbata xwe re kêfxweşiya azadiyê dijîm. Em li koxuşê bûn. Gardiyan ket hundir û got ti tahliye bûye. Min bawer nekir. Ez pir kêfxweş bûm. Ew hest tiştekî cudaye. Heta duh ez bi cezayê xwe xemgîn dibûm.”
‘Nameya Fîgenê ez kêfxweş kirim’
Çîlemê bi lêv kir ku hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdagê ji wê re name şandiye û got ew gelek kêfxweş bûye. Çîlemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nameya Fîgenê bi rastî ez gelek kêfxweş kirim. Dema min nameya wê xwend ez gelek hestiyar bûm. Lê wê nameyê zêdetir hêz da min. Ez silavên xwe ji wê re dişînim.”
Piştevaniya jinê
Çîlemê got dema hîn kiriye ku 15 sal ceza girtiye, bi coş çûye koxuşê û got: “Hevalên jin yên li koxuşê rabûn ser piyan. Gotin ti tehliye bûye. Min got na, min 15 sal ceza girtiye. Gotin ti çima wisa kêfxweşî. Min got têkoşîna jinê naqedeke berdewam dike.
JINHA’ê piştgirî da min
Çîlemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di seranserê pêvajoya girtina wê de JINHA’yê piştgiriyek mezin daye wê û got bû dengê hemû jinan, tiştên me nivîsî parvekirin û spasiyên xwe pêşkêşî JINHA’yê kir.
(hu)