'Emê Nisêbînê ji nû de avabikin'
11:18
JINHA
MÊRDÎN - Jinên ku bi zorê ji bajarê di dîroka Kurdistanê de navê xwe weke bajarê berxwedanê hêlayî hatin derxistin gotin: "Emê Nisêbînê ji nû ve avabikin."
Jinên Nisêbîna ku 4 mehên berxwedanê lipeyî xwe hêlayî yên axa xwe neterikandî li Mêrdîn û gundên derdorê bicîbûyîn li benda roja ji nû ve avakirina Nisêbînê ne. Jinên Nisêbînê yên ku her dem diyar dikin ku wan dest ji axa xwe bernedaye dibêjin: "Mala me xirakiribin jî emê konan vedin."
Elçin Onen da zanîn ku bêyî tiştekê ji malê derxin derketin, despêkê çun navçeya Dêrika Çiyayê Mazî û paşê jî neçarmane bên navenda Mêrdînê û wiha domand: "Em 4 malbat bi hev re di malekê de dijîn. Em ji malên me derxistin, me jinan gelek zorî jiyan kirin, hîna jî ew zorî berdewam dikin. Tenê em bi kincên ser me heyî ji malê derketin wekedinê me tiştek dernexist."
Esma Gunduz jî got: "Tenê daxwaza me vegera Nisêbînê ye."
(zt)