Can Dundar: Me peyam girt û em hatin

11:59

JINHA

STENBOL - Di roja 50'an a kampanye ya şêwirmendiyê ya ji aliyê rojnamegeran ve ji bo Ozgur Gundemê hatî despêkirin de Can Dundar Gerînendehiya Weşanê girt ser xwe û got: "Girtinên duh peyamekbû. Peyama gel hun alîgirê heqîqetêbin hunê bên girtin. Me jî peyam girt û em hatin piştevaniyê."

Kampanyaya piştevaniyê ya "Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî" ya ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundema hatî despêkirin di roja 50'an de Can Dundar dewir girt. Can Dundar serê sibehê hate rojnameyê tevlî civîna rojevê ya rojnameyê bû û ji bo rojnameyê pêşniyarên nûçe û sernavan kir. Can di civînê axivî û diyar kir ku ew girîngiyê dide piştevaniyê. Can anî ziman ku bi girtinan ve xwestin peyamekî bidin wan û wiha got: "Xwestin bibêjin ku heke hûn li cem mexdûr bin, li cem heqîqetê bin em ê we jî bigirin. Me jî ev peyam girt û ji bo piştevaniyê hatin. Heke ji me re dibêjin neçin wê rojnameyê em ê ji bi israr bên. Heke dibêjin vê televîzyonê temaşe nekin em ê temaşe bikin û em ê bi vî rengî xwedî li mafê xwe derkevin."

Ji edîtorên rojnameyê Zana Kaya jî got: "Ev ji bo civakê peyamek e. Kevneşopiya berxwedanê ya Ozgur Gundemê heye. Em dikarin bi piştevaniyê va pêkûtiyan derbas bikin."

(zt)