‘Berê çekên dan serê me û gefa kuştinê li me xwarin’

13:21

JIINHA

WAN – Li taxa Yeşîlkoy a navçeya Tuşba ya Wanê di 14’ê Hezîranê de polîsên tevgera taybet bi ser malekê de girtin û welatiyên li malê derb kirin û bi mirinê tehdîd kirin. Gulçîn Sayiner diyar kir ku serê keça wê kirine tenûrê û bi mirinê tehdîd kirine. Hediye Sayiner jî got: “Berê çekê dan serê min. Kuranê Kerîm ya li malê parçe kirin. Pêlî hevîrê me yê me dikir nan kirin.”

Konsepta şer ya hikûmeta AKP’ê li bajarê Kurdistanê kiriye dewrê, bi xwe re bi hezaran binpêkirinên mafan jî tîne. Şerê li dijî gelê Kurd bi pêkanînên dij mirovahiyê her roj bi aliyekî cuda dertê holê. Yek ji van jî tiştên Gulçîn Sayiner jiyaye. Li taxa Yeşîlkoy a navçeya Tuşba ya Wanê di 14’ê Hezîranê de polîsên tevgera taybet bi ser malekê de girtin û welatiyên li malê derb kirin û bi mirinê tehdîd kirin. Gulçînê diyar kir ku roja serdegirtinê di saetên sibehê de dengê helîkopteran hatiye û wê jî di baçê de mêze kiriye û got polîsan dora mala wê girtiye û piştre deriyên wan şikandine û ketine hundir.

‘Serê keça min xistin tenûrê û bi mirinê tehdîd kirin’

Gulçînê binpêkirinên dij mirovahiyê yên polîsên tevgera taybet wiha vegot: “Berê min dan dîwar û ligel min sekinîn. Li der dengê keçên min dihatin. Min nekarî xwe tev bidim. Polîsekî bi darekî li serê min dixist. Heqeretên qirêj li min kirin. Min got hun çi ji me dixwazin. Gotin li mala te terorîst heye û ez derb kirim. Zarokên min û bûka min li malê bû. Ji bo nan bipijirînin tenûr pêxistibûn. Polîsan serê keça min xistin tenûrê û bi mirinê tehdîd kirin.”

‘Ez derb kirim’

Husnu Sayiner (55) jî destnîşan kir ku roja serdegirtin çêbûye wî jî baxçe av dida û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja serdegirtinê polîsên tevgera taybet ciwanekî sivîl bi xwe re anîbûn. Polîsan got ti vî ciwanî nas dikî an na. Min jî got na ez nas nakim. Li ser vê ez derb kirim. Bi darbeyên destpêkê serê min xwîn jê hat. Li ser vê darbe li her derê min xistin. Çek xistin devê min û gotin ti li mala xwe terorîst xwedî dikî. Min jî dengê xwe dernexist û wan jî gule berdan hewa.”

‘Ciwan îfadeya xwe kişand’

Husnu bi lêv kir ku piştî derbkirinê hatiye binçavkirin û got çûye Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya YYU’yê û xwestiye raporê bigire. Husnu got: “Lê dorktor got ji bo raporê divê dozgerî desturê bide.” Husnu yê sê roj şûnde derxistin dozgeriyê ciwanê li ser îfade dabû, îfadeya xwe kişandiye û serbest hatiye berdan.”

‘Kuran-ê Kerîm parçe kirin, pêlê nan kirin’

Hediye Sayiner ya 22 salî jî wiha got: “Ez çibûm mala cînaran. Min anonsê polîsan yên wekê malê gulebaran bikin bihist. Ez derketim min dît ku dora malê girtine. Nêzî 20 polîsên rûpûş hebûn. Du gorimên min birin bodrumê. Xezurê min derb kirin. Her kes birin bodrumê. Bê navber ji me re digotin tovên ermeniyan. Dijûn dikirin. Çek dan serê min. Kurana li malê parçe kirin. Pêlê hevîrê me dikir nan kirin.”

(hu)