Kampanya îmzeyan rastî eleqeyek mezin tê
15:19
JINHA
QAMIŞLO- Kongreya Star Kampanya Îmzeyan ya navê 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' daye dest pêkirin, di vê çarçoveyê de bi partiyên siyasî û baskên jinan re hevdîtin dewam dike. Duh û îro 4 navendên partiyên siyasî hatin ziyaretkirin.
Di çerçoveya xebatên berhevkirina îmzeyan a ku bi dirûşemeya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' bi pêşengiya Kongreya Star ve hatiye dest pêkirin, hevdîtin bi baskên jinan û navendên partiyên siyasî yên li bajarê Qamişlo berdewam dike. Di hevdîtinên duh û îro de jî 4 navendên partiyan hatin ziyaretkirin. Heyeta ku ji endamên Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star Mekiye Hiso û Qedriye Hisên, endama Desteya Şaredariya Gel Bêrîvan Omer û endama Kongreya Star Cemîle Osman pêk hat, duh bi êvarê serdana navenda Partî Dîmokratî Kurdistanî kirin. Heyet ji aliyê Rêvebera Partiyê Silava Îbrahîm ve hate pêşwazîkirin. Xebatên kampanayê ji aliyê tevahî rêxistinan rastî eleqeyek mezin tê.
Îro jî heyeta navborî serdana Mekteba Jinên Ereb ya girêdayî Heyet El Weteniye kirin. Di hevdîtinê de rêveberiya Mekteba Jinên Ereb Xensa El Hemûd xêrhatina heyetê kir û diyar kir ku ew piştgirî didin kampanya îmzeyan a ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî dest pêkirin. Heyetê ziyareta xwe li navenda Partiya Çep Demokratî Kurdî û El Partî dewam kir û li wir jî belgeya kampanyaya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' hate îmzekirin.
Li gor agahiyên ku heyeta Kongreya Star diyar kiriye hevdîtinên bi navendên partiyên siyasî û baskên jinan bi dawî bûye û ew ê serdanên xwe bi rêxistinên sivîl û derveyî Qamişlo jî bidomînin.
(lç/rc)