Rêxistinbûna komînan li Kobanê berfireh dibe

16:09

JINHA

KOBAN- Jinên li taxa Kaniya Kurdan yekemîn komîna xwe ya xweser a bi navê komîna Şehîd Zozan avakirin. Komînek jî li gunê Boztep bi navê Şehîd Arjîn bi tevlîbûneke girseyî ya jinan hate vekirin.

Kongreya Star li Kantona Kobanê biryara sazkirina komînên jinan wergirtbû û di vê çarçoveyê de 4 komîn hatibûn avakirin. Îro jî bi merasîman du komîn dest bi xebatê kirin. Yekemîn komîn li taxa Kaniya Kurdan ya din jî li gundê Boztep hate vekirin. Di vekirina komîna taxa Kaniya Kurdan de endama rêvebira Kongra Star Sara Xesîl amede bû. Sara têkîldarê vekirina komînê wiha got, "Komîn bingehê jiyan azad e. Her civakek ku xwe li ser bingeha komînan bi rêxistin bike, wê ew civak bikaribe bigihîje serkeftinê. Em nabêjin ku em ê civakê ji nû ve ava bikin. Em dibêjin ku civak heye, lê belê desthilatdaran civak ji cewhera wê derxistne. Em ê jî bi damezirandina komînan cardin li cewherê civaka xwezayî vegerin. Weke ku Rêber Apo jî dibêje 'Eger ez ji girtîgehê derkevim ezê jî bibim endamê komînekê û bi komînbûnê re bijîm.' Em jî dibêjin ku em jin dê bi bîrdoziya Rêber Apo re, komînên jinan ên bingeha civakbûnê ava bikin û jiyanê bi reng û dengê jinan avabikin."

Piştî axaftinan berdevka komîn û endamên lîjneyên komînê yên perwerdê, aborî, tendûrstî, parastin û lihevhatinê hatin hilbijartin. Merasîma vekirina komînê bi tilîlî û çepikê jinan bi dawî bû.

Li gundê Boztep jî komîna bi navê Şehîd Arjîn hate avakirin. Li wir jî endama rêvebira Kongra Star Xalîse Hec Ebdulqadir li ser girîngiya komînê axivî û wiha got, "Girîngiya komînên xweser ew e ku jin xwe bi awayeke rêkûpêk birêxistin û perwerde bike. Ji ber ku perwerde ji civaka me re biqasî nan û avê girîng e. Perwerde oksîjena civakê ye. Ger dayik xwe perwerde bike, dê bikaribe civakê jî perwerde bike û em ê bi vî awayî civakeke perwerdekirî li peyî xwe bihêlin. Çawa ku dewlet civakê zuha dikin, em ê jî li dijî wana civakê zane bikin û bikin xwedî jiyaneke komînal. Li hember tenêbûnê, em ê kombûnê xurt bikin."

Piştî axaftinê hilbijartin hate kirin. Jinan bi diruşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" merasîm bi dawî kirin.

(bs/hs/rc)