Li gel kamera jî hebûn dizê ket navenda jinan nehat dîtin

17:23

JINHA

MÊRDÎN - Li Qoserê 10'ê hezîranê diz ketin Navenda Çand û Huner a Nûda û hemû amûrên di saziyê de dizîn. Li gel ku dîmenên moboseyan hene û diz aşkere ne jî heya niha polîsan diz negirtine.

Li Navenda Çand û Huner a Nûda ya girêdayîna navçeya Qoser a Mêrdînê dizî pêk hat. Dizên ku 10'ê hezîranê ketin navendê hema bêje çi amurên di hundirê avahiyê de dizîn û zerarek zêde ya madî dane saziyê. Li gel ku dîmenên mobeseyan hene jî heya niha polîsan diz negirtine. Wekîla Gerînendeya Jin û Malbatê ya Şaredariya Qoserê Sevînç Tanriverdî Ozturk got ku zerara dizan daye wan gelekî zêde ye û ev tişt gotin: "Diz ewil ji şibakê ketine hundir û piştre hemû amûr di derî re dizîne. Ji ber vê diziyê hemû karên me nîvco man. Me derbarê vê mijarê de serî li polîsan da lê heya niha encamek erênî nehatiye stendin. Hêviya me ew e ku demek kin de tiştên me werin dîtin."

(zt)