Leşkeran sivîl gulebaran kirin 2 jin birîndarbûn

17:29

JINHA

SERÊKANIYÊ – Li gundê Nestel ê bajarê Serêkaniyê dayîkek û keça xwe ji aliyê leşkerên tirk ve hatin gulebarankirin. Dayik û keça xwe birîndar bûn.

Di 19'ê hezîranê de 15 welatiyên ji bajarê Reqayê dema xwestin ku sînorê Bakûrê Kurdistanê derbas bikin, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin gulebarankirin. Welatî di gundê Nestel ê 60 km dikeve rojavayê bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê re derbas bûn. Di encama gulebarana leşkeran de dayîka 70 salî Qutna Îbrahîm û keça xwe Nehla Ehmed a 30 salî birîndar bûn. Welatiyên gund dayîka û keça birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Dayik ji lingê xwe yî rastê û keç jî ji zikê xwe birîndar bûn. Ji ber rewşa Nehla giran bû û ji ber vê yekê ew emeliyat kirin. Her du jî li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Niha her du jin li Nexweşxaneya Rojê tên tedawî kirin.

(zt)