Hevseroka HDP'a Cizîrê Semîre Oruç hat girtin

08:31

JINHA

ŞIRNEX - Hevseroka HDP'a Cizîrê Semîre Oruç, di serdagirtina malê de binçavkirin û piştî derxistin dadgehê girtin.

Hikûmeta AKP'ê ya ku li hemberî gelê kurd êrîşên qirkirina nijadî dane destpêkirin, bi operasyonên qirkirina siyasî berdewam dike. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di saetên serê sibehê de polîsan ser mala Hevserka HDP'a Cizîrê Semîre Oruç de girtin û ew binçavkirin. Semire ya ku birin Midûryeta Polîsan a Navçeyê, piştî îfadê girtin. Bi îdiaya di buyera 2 endamên Partiya Hur Davayê yên di 26'ê kanûna 2014'an de dema xwestin bikevin konê ji hêla endamên YDG-H û YDGK-H'ê ve hatibû vedan û ji hêla endamên wan rêxistinan ve 2 HUDA-PAR'î hatin derbkirin, Semîre jî di wê buyerê de cih girtiye ew girtin.

Piştî îfadeyê Semîre sewqî Edliyeya Cizîrê kirin. Semîre li vir bi heman hincetê îfadeya wê hat girtin bi îdaya "yekitiya dewletê xira kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Dema ku ji hêla dozger ve îfadeya Semîre hat girtin, sûcên der barên xwe re red kir û aşkera kir ku sûcdariyên der barê wê de li ser îfadeyên şahidên nepen hatine girtin. Lê dozger ev îfade jî li ber çavan negirtin û biryara girtinê da û Semîre şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

(zt)