Jina Aşûrî Xemê: Ez ê dev ji axê xwe bernedim

09:01

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Jina Aşûrî Xemê Serkîs Danyal li hember koçberiyê bi gotina 'Ez ê dev ji axê xwe bernedim' bertekê xwe tîne ziman û wiha got, "Ez tu ferq û cûdahiyê di navbera xwe û jinên Kurd an jî Ereb de nabînim. Em piştgirî didin hev, zimanê hev fêr dibin. Lewre em ê li ser axa xwe bijîn û bibin mînaka jiyana hevbeş û komînal."

Hevgirtin û yekîtiya di navbera gelan û baweriyan li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî xwezayî her hebû, piştî şoreşa Rojava yekîtiya di navbera gelan de xurtir bûye û ji ber wan bi hev re li dijî çeteyan têkoşîn dan, bedelên giran dan û mafên wekhev bi dest xistin. Herî zêde jî jin hîmê vê jiyanê diavêjin û ji bo parastina nirxên şoreşê û hedefên wê têdikoşin. Yek ji van jinan jî Xemê Serkîs Danyal ya 60 salî ye. Xemê ku xwediyê 6 zarokan e, di dema destpêkirina aloziyên li Sûriyê zarokên wê tev welat diterikînin û berê xwe didin Elmanya û Avusturalyayê. Xemê li Til Temir tê cîhanê, zaroktiya xwe bi tevahiya xweşî û nexweşiyan li vir derbas dike. Niha Xemê bi bîranînên demên borî dagirtî, dilê wê jî bi hêviyên pêşerojên xweştir şad e. Xemê diyar dike ku malbata wê jê dixwazin ku ew jî berê xwe bide welatê xerîbiyê û got ew wiha bersiv daye "Ez ê dev ji axê xwe bernedim."

Xemê qala serpêhatiya xwe jî kir û wiha got, "Ji ber kevneşopiyên ser jinan, malbatê ne hêşt ez dibistanê bixwînim. Lê min xwe bi waneyên jiyanê perwerde kir. Ez tu ferq û cûdahiyê di navbera xwe û jinên Kurd an jî Ereb de nabînim. Em alîkariya hev dikin, zimanê hev fêr dibin. Lewre em ê li ser axa xwe bijîn û bibin mînaka jiyana hevbeş û komînal. Ji zaroktiyê ve min eleqeyek mezin hember zimanê Kurdî dida. Her dem ji hevalên xwe min dexwazê hînkirina ziman dikir. Wan jî ez perwerde kirim. Niha ez bi rehetî Kurdî diaxivim. Min jî hevalên xwe fêrî zimanê Aşûrî dikir."

'Ez axa bi xwîna şehîdan tê avdan, bernadim'

Xemê da zanîn ku dema ku temenê wê 16'e salî bûye, malbat wê zewicandine û wiha pêde çû, "Wê demê ez piçûk bûm, min newêrî ez ji malbata xwe re bêjim ku ez naxwazim bizewicim. Hevjînê min jî nexweş bû. Piştî ez zewîcim min dest bi çêkirina karên destan kir, hem ji bo sebra xwe pê bînim, hem jî min ji bo hevalên xwe dikir diyarî. Carna min karên destan difirot jî. Niha zarokên min tev çûn welatên cuda. Ez û hevjînê xwe yê nexweş bi hev re tenê mane." Xemê ji bo debara malê pêk bîne niha berhemên ji şîr dike mast, penîr, çortan û difiroşe.

'Werin avabikin, biparêzin û pêşbixin'

Xemê wek Aşûriyeke li Rojava diyar kir ku ew bi bihîstina biryara îlankirina Sîstema Federal Demokratîk a Rojava- Bakûrê Sûriyê pir kêfxweş bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ev sîstem wê mafê hemû kesê bidiyê û her kes wê bi çand, dîrok û ala xwe bijî, ev sîstem wê yekbûna gelan bide nîşandan. Bi taybet îrade, hêz û berxwedana jina azad dê civakê bi sîstema demorkatîk ava bike. Ez pê bawerim dê bi jina azad re civakeke azad, wekhev û xwedî çand û exlaq pêş bikeve û dê nifşê nû li ser bingeheke rast xwedî bike."

Xemê di dawiyê de bang li hemû gelan û bi taybet jî gelên Aşûrî kir ku vegerin ser axa xwe û li ser axa xwe bi awayeke azad û birûmet bijîn. Xemê wiha got "Welatê xwe ji kesê re nehêlin, werin avabikin, biparêzin û pêşbixin."

(en/rc)