Li dijî îsraf, mêtîngeriya xweza û sewalan mutbexa azad….

09:06

JINHA

ÎZMÎR - Sifreyên li Dij Bombeyan li dijî îsraf, mêtîngeriya xweza û sewalan, xizaniyê, bermahiyên xurekê dikarin bên xwarin dinirxînin û xwarinê çêdikin û bê pere didin mirovan. Li Îzmîrê cara 4’emîn li Alsancakê sifreya piştevaniyê hat avakirin. Aktîvîst Hazal Akpinar jî armanca têkoşîna ku didin ji JINHA’yê re vegot.

Kesên di bin navê Sifreyê li Dijî Bombeyan hatin cem hev bi felsefeya freegan û vegan re, xurekên ku market davêjin çopê, aliyê wan yên tên xwarin berhev dikin. xurekên berhev dikin jî dikin xwarin û bi mirovên birçî re parve dikin. Ev pêkanîna ku 87 care li Stenbolê pêk tê, ev 4 care li Îzmîrê pêk tê.

'Di xwarinên me de hilberînên sewalan tine’

Aktîvîsta Sifreya li Dijî Bombeyan Hazal Akpinar got: “Em li vir li dijî şer, li dijî her cureyê pergala mîlîter, li dijî dewleta nîjadperest, newekhev, homofobîk, transfobîk xwarina freegan û vegan çêdikin û belav dikin. Em fêkî û sebzeyên saxlem yên market û pazar davêjin berhev dikin û piştre li mutbexê dikin xwarin. Di van xwarinan de hilberînên sewalan tine.”

Hewce nîne her tişt bi pere bê kirin

Hazalê got bi vê çanda parvekirinê re li dijî şer deng derdixin û got: “Em hem li vir çandekî didin berdewam kirin. Yanî ne hewceye her tişt bi pere bê kirin. Em ne mecburin her tiştî di nava pergalê de ava bikin. Bi vê çanda parvekirinê re em li dijî şer deng derdixin. Ev li Îzmîrê sifreya 4’emîne. Li Stenbolê 87’an hat avakirin. Ev xebatek derveyê welate.”

Hazalê bi lêv kir ku rojek beriya sifreya xwe ava dikin, diçin bazarê û fêkî û sebzeyên saxlem berhev dikin û got: “Bi tiştên em berhev dikin, em biryar didin ku çi xwarinê çêbikin. Li vir mutbexek vekirî ya piştevaniya penaberan heye. Em bi hev re sebzeyên xwe hûr dikin û xwarinê çêdikin.”
Hazalê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir xwarin ne lukse. Ji bo xwarinê ne hewceye mirov biçin cihên lûks.Ev rêbazeke piştevanî û deng derxistinê ye.”

(hu)