Divê niha li Nisêbîna Rengîn navê her kolanekê cuda be

09:09

JINHA

MÊRDÎN – Apê Musa li bajarê kaçaxê, berxwedanê, warê Apê Musa Nisêbînê 101 roj berê carek din qêriya û got: “Ji kurdan re berxwedan ma.” Ev gotin li kolanan deng da û dîrokek nû hat nivîsin. Divê li Nisêbînê niha navê her kolanekê nû bê dayîn, ji bo bîranîna bedenan. Kî dizane belkî jî divê helbest bên nivîsin û li pey zarokên mirin, kulma xwe rakin û bêjin ‘ew zarok nemiriye.’

Li Nisêbîna ku ji dîrokê heta niha di qedera xwe de berxwedan nivîsî, îro jî bi polîtîkayên komkujiyê re rû bi rû ye. gotina ‘Ji kurdan re dîsa berxwedan ket’ li bajar xwe serdest kir û ev 101 rojin li dijî êrîşên herî giran berxwe dide. Li vî bajarî kîjan kal û pîr biaxivin dibêjin ‘me çi dît me çi nedît.’

Nisêbîn ji ber li ser rêya îpekyolu ya dîrokî a Mezopotamyayê hat avakirin, bajarekî gelek girînge û xwedî paşerojeke bi koke. Di dîroka PKK’ê de bajarê yekem serî hilda jî Nisêbîn bû. Berxweda yekem ya navçeyê serhildana Kamurane. Di 1989’an de li Savurê ji fermandarên PKK’ê Kamuran Dundar bi 12 hevalên xwere di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û li ser vê yekê li navçeyê bi beşdarbûna hezaran kesî merasîmek cenazeyê pêk hat. Hîna cenaze nehatibûn definkirin hêzên dewletê gule li ser gel barandin û windahiyên mezin çêbûn. Piştre berxwedana bi rojan û êrîşên hîzbullahê destpêkirin û gelek kes hatin qetilkirin. Nisêbîna berxwedan berneda di 1992’an de bi armanca bertekê nîşanê komkujiya Cizîrê bide daketin kolanan. Gel wê rojê li ser Pira Şehîdan çalakî pêk dianÎ û polîsan bi wesayîtên zirî bi ser gel de çûn. Gelê ku çalakî pêk dianî qetil kir. 16 kes pelçiqandin. Yên xwe ji pirê de avêtin jî di avê de xeniqîn.

Navê jiyanê kaçaxî

Li navçeyê her roj bi çîroka berxwedaneke cuda hat nivîsin. Piştî ku Qamişlo û Nisêbîn bi têlekî li du cihan tên veqetandin, qedera serhildanê ya Nisêbînê dest pê kiriye. Du xwişk û bira, li du welatên cuda dibin welatên bê pasaport. Li ser vê Nisêbîn fêm dike ku ev ne pergala wekheviyê, ya dîktatoriyê ye. ji wê rojê û şûnde mirovên Nisêbîna Rengîn bûne asê. Çîroka wî gelê kaçax ji wan rojan de destpê kiriye. Li navçeya ku dawet û şahî kêm nabin û vî gelî jî sond xwariye ku her tiştî bê pasaport bikin. Ji wê rojê û şûnde êdî hun bifikirin ku çi anîn serê dewletê.

Di dizane çi hat jiyîn

Di salên 1980’î de ji ber hat fêmkirin kumaşê kaçax ji Qamişlo tê, fistanên rengîn û diçûriskin jî sûc hat dîtin. Li malên dîrokî yên wir niha bêdengiyeke mezin serdeste. Lê li vî bajarê dîrokî, kes nizane li ser tenûrên nan çend çîrok hatin vegotin.

Zarok nemir

Niha ji wan rojan dîsa ji Kurdan re berxwedan ma. Li vî bajarê bi bîranînên wan re bi hezaran mal hatin şewitandin û hilweşandin. Li van kolanan bîranînên zarokên çav reş hatin nivîsandin. Û niha helbesta ‘zarok nemir’ ya Îngrîd Jonker di guhê min de tên gotin.

(hu)