Hewara jinek koçber: Alîkariyê bidin kurê min

09:10

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Jina Ereb ya koçber Sebah Abdulah ji bo dermankirina kurê xwe derbasî Efrînê bûye û daxwaza alîkariyê kir û wiha got, "Ez ji bo dermankirina kurê xwe hatime Efrînê, ez bang li rêxistinên mafê mirovan dikim ku alîkariyê bi me re bikin."

Sebah Abdulah jineke ereb ji taxa Seken El Şebabî ya girêdayî bajarê Helebê ye, ji bo dermankirina kurê xwe yê nexweş bi malbata xwe re derbasê Efrînê bûye û li Kampa Rûbar dimîne. Ji ber bandora ambargoya li ser Kantonê derfetên dermankirinê kêm in û malbat li benda alîkariyê ne. Sebah Abdulah hewara xwe digihîne û alîkariyê dixwaze. Sebahê got, "Em li Seken Elşebabî di bin bombebarana Opozisyona Sûriyê, ENKS û Rêjîmê de mabûn. Her wiha rewşa me ya madî jî xirab bû. Min nedikarî kurê xwe yê çar salî derman bikim, sedema vê yekê jî dorpêç û tunebûna bijîşk û dermanan bû."

Sebahê qala şert û mercên zehmet ên Helebê kir û wiha domkir, "Li Helebê mirov di şert û mercên zehmet de dijîn. Ji hêla çete û rejîma Baas'ê ve mal tên xirabkirin û mirov di bin vê xirabeyê de dimînin. Zarok û jin têne kuştin û gelek mirov koçber dibin. Rewşa min jî ne dûrî rewşa wan bû, dibe rewşa min ji ya wan xirabtir jî be. Kurê min nexweş e û bi hewceyî derman û her deh rojan carekê divê xwîna wî were guhertin. Min nedikarî kurê xwe derman bikim, ji ber wê min berê xwe da Kantona Efrînê, li Kampa Rûbar û bi alîkariya Desteya Karûbarên Civakî beşek ji xwîn û dermanan li nexweşxaneya Qenber hatin peydakirin, lê ji ber dorpêça li ser Kantona Efrînê heyî, li vir jî peydakirina derman û xwînê zehmet e."

Sebahê anî ziman ku ji ber derman nîne rewşê kura wê xetere û wiha pêde çû, "Ez spasiya Desteya Karûbarên Civakî dikim ku ji me re alîkarî da û beşek ji derman dane kurê min. Lê wek min got rewşa tendûrustiya kurê min nebaş e. Ez bang li rêxistinên mafê mirovan dikim ku alîkairyê bi me re bikin, derman û xwînê peyda bikin."

(hs/rc)