Rojnamegerên jin: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin

09:23

JINHA

ENQERE- Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn bi armanca piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê beşdarî Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî bibûn û hatin girtin. Rojnamegerên jin bertek nîşanê vê dan û bang kirin ku li dijî van êrîşan têbikoşin û bi weşanên ku rastiyan dinivîsin re bikevin nava piştevaniyê.

Şebnem Korur Fîncanci, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglu beşdarî Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê dabû destpêkirin bûn û bi îdiaya propagandaya rêxistinê kirine hatin girtin. Cigira Serokê Şaxa Enqereyê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Esra Koçak û nûçegîhana rojnameya Evrenselê Sultan Ozer bertek nîşan da. Esrayê got: “Dixwazin em bitirsin. Em biçewisin. Dixwazin em piştê nedin hev. Ev pêkanîn nekarin me ji piştgiriya me çalakiya me dur bixin.” Sultanê bi lêv kir ku bi girtina van sê kesan dixwazin çavên me bitirsînin û got bi vê tehdîdê ew wek rojnameger natirsin.”

‘Yên piştgiriyê didin hev hedef tên girtin’

Esrayê got Tirkiye di alî azadiya çapemeniyê de rojên herî tarî dijî û wiha pê de çû: “Nivîskarên gotinan dibêjin jî ji van zextan nisêbîn xwe digirin. Ji ber vê jî yên bi rojnamegerên zextê dibînin re dikevin piştevaniyê jî tên girtin. Desthilatdarî di zextên li ser çapemeniyê de sînor nas nake. Tenê yên dinivîsin ne, yên piştgiriyê didin jî hedef tên girtin.”

‘Emê têkoşîna xwe bidomînin’

Esrayê bi lêv kir ku dixwazin ew bitirsin û bi çewisin û got: “Naxwazin em piştgiriyê bidin hev. Wek hincet jî dibêjin piştgiriya ji bo terorê, piştevaniya bi terorîstre dertên pêşberî me.Ev yek me ji çalakî û piştevaniya me nakin. Emê dîsa bi hevpîşeyên xwe re, bi weşanên rast nûçeyan çêdikin re di nav piştevaniyê de bin. Emê li dijî êrîşan têbikoşin. Biryaraji bo Şebnem Korur Fîncanci, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglu hatiye girtin bê hiqûqe.Em wek TGSê li dijî van pêkanînên faşîzan wê têbikoşin.”

Ji piştevaniyê tirsyan

Nûçegîhana Evrenselê ya Enqereyê Sultan Ozer jî û diyar kir ku ev girtin nayên qebûlkirin û ev tişt anîn ziman: “Di esasê de ji piştevaniyê tirsyan. Piştevanî projeyeke ku mezintir dibû û bandor li derdorê dikir bû. Dema mirov li van sê kesên hatine girtin dinêrin, mirov dibînin çiqas girîngin. Şebnem Korur Fîncanci yekem kesa komkujî û îşkenceyên li Kurdistanê pêk hatiye anîye ziman û dîsa Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn jî bi nivîsên xwe yên rast tiştên ku rojnamegerên Tirkiyeyê dijîn, xwestin bi cîhanê bidin bihistin. Hilbijartina van sê kesan ne tesadufiye. Xwestin çavê civakê bitirsînin. Lê em wek rojnameger natirsin û dest jê bernadin.”

(hu)