Ji HDK'ê banga ji bo Geverê: Em dest bidin hev

10:43

JINHA

COLEMÊRG - Pêkhateyên HDK’ê bi dirûşma “Em nexin nav destan, dest bidin hevdu” hatin bajarê berxwedanê Geverê û destnîşan kirin ku dive hemû aliyên demokratîk piştgirî bidin welatiyên Geverê yên li hemberî hemû êrîşan hêviyên xwe winda nekirine.

Navçeya Geverê ya Colemêrgê ya ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin li aliyekî welatî xebatên înşayê didomînin li aliyê din jî ji bo birînên welatiyan bên kewandin, piştgiriya hêzên demokratîk mezintir dibe. Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo piştgiriyê hatin navçeyê û lêkolîn kirin banga “Divê em ji bo Geverê dest bidin hev. Gelên Tirkiyeyê piştgiriya Geverê mezintir bike.” kirin.

‘Têkoşîna hevpar divê’

Partiya Şoreşger ya ku di nava pêkhateyên HDK’ê de cih digire, Serokê wê Ufuk Gullu axivî û bal kişand ser gotinên Erdogan ên wekî 'Esad gelê xwe qetil dike' û diyar kir ku tu cudahiya kirinên li Geverê ji yên Esad ne kêm tir in. Ufuk da zanîn êrîşên ji hêla hêzên dewletê ve tên meşandin tenê bi têkoşîna hevpar tê sekinandin û wiha axivî: “Divê çepera li Tirkiyeyê bê mezinkirin û li hember polîtîkayên faşîst bêdeng nemînin. Divê gelên li Tirkiyeyê pişgiriya xwe ji bo navçeyên Gever, Nisêbîn û Cizîrê xurt bike."

Hêviyên gel nehatiye şikandin

Cigira Serokê Partîya Tevgera Karker (EHP) Fadîk Derînyurek jî got ku ew bi banga Platforma Piştgiriyê ya ji Cizîrê heya Sûrê hatine Geverê. Fadîk da zanîn hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan her çend têk diçin ew qas êrîşên xwe yên li ser gelê kurd û şoreşgeran zêde dikin wiha got: “Lê bi ser nekevin. Berxwedana gelê kurd ji bo wî bû dersek. Gelê kurd li gel vê hovîtiyê jî li ber xwe dide.” Fadîk anî ziman tiştên li navçeyê derketiye hole dişibe rewşeke şerê navxweyî û wiha pê de çû: “Welatiyên vê derê li hember hemû hilweşîn û wêrankirinê hêviyên xwe winda nekirine. Tu hêz nîn e vê hêviyê ji holê rake.”

‘Gever di bin dagirkeriyê de ye’

Nûnerê Partiya Demokrat a Sosyalîst (SODAP) Ersîn Çatalkaya jî bal kişand ser êrîşên hêzên dewletê û ev tişt anîn ziman: “Kirinên li Kurdistanê pêk tên ji raya giştî ya rojava vedişêrin. Çapemeniya hewzê jî rastiyan bincil. Em ê tiştên li vir pêk hatine di her platformê de bînin ziman.” Ersîn li ser îstimlakkirina cihên rêveberiyên cewherî jî sekinî û bertekên xwe wiha anîn ziman: “Dixwazin li vir polîtîkayên tehcîrê pêk bînin. Lê em ê bi piştgirî û berxwedanê dîsa bi serkevin.”

‘Em nexin nav destan, dest bidin hev’

Endama Lijneya Rêveberiya HDK’ê Benazir Coşkun jî da zanîn ku ew bi şîara “Em nexin nav destan, dest bidin hev” hatine Geverê û ji têkoşîna li bajarên Kurdistanê tên dayîn bawer in. Benazir diyar kir ku ew ê ji bo xebatên pêşerojê jî ragihandinan bikin û got: “Nexwe piştî 2’yê Tîrmehê rêxistinên elewî dê werin Geverê. Em ê bi kordînasyoneke li hember hovîtiya li vir pêk hat bisekinin û gelên Tirkiyeyê ji bo têkoşîna hevpar vexwînîn.”

(kom/zt)