Li hember polîtîkaya helandinê berxwedana konan di roja 100'an de ne
12:04
JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê yên ku ser wan ji bo helandinê êrîşên qirkirina nijadî berdewam dike di konên li derdora bajêr vedane de têkoşîna jiyanê di roja 100'an de berdewam dike. Jinên ku diyarkirin dê axa xwe neterikînin gotin: "Emê Şirnexê bernedin û ji nû ve avabikin."
Welatiyên Şirnexê yên ku bi navê 'qedexeya derketina kolanan' ser wan êrîşên qirkirina nijadî berdewam dike, di konan de berxwedana xwe di roja 100'an de berdewam dike. Ev 100 rojin berxwedana welatiyên li zozanan kon vedane li hember polîtîkaya helandinê berdewam dike. Jinên ku Şirnex neterikandin û ber bi bajarek dinê ve neçun li ser girên bilin ên pêşberî taxên xwe kon vedane û li gel hemû zoriyên jiyanê peyama: "Emê Şirnexê netgerikînin û ji nû ve ava bikin. Emê di konan de jî jiyan bikin lê Şirnexê naterikînin" didin.
'Li gel her tiştî jî me xwest aştî bibe'
Jinên ku ji girên bilind de li taxên xwe dinêrin li gel daxuyaniyên "bidawîbûna operasonan" jî pirsa çima nikarin biçin nava taxên xwe dikin. Hanife Îdin da zanîn ku ew li bendêne demek ji yadinê zutir vegerin nava taxa xwe. Hanife destnîşan kir ku bi salane li gel her tiştî jî ew weke gelê kurd her dem aştiyê dixwazin û got: "Em berê gelek başbûn, heya ku MÎT, ajanan û cerdevanan aramiya me xirakir."
'Em dixwazin ser axa xwe bi azadî jiyan bikin'
Hanife bilêv kir ku li gel hemû tindiyan jî nekarîn wan asîmle bikin û wiha domand: "Gel dixwazin ser axa xwe bi azadî bijîn, bila êdî vê bizanin. Hincentên hêzên dewletê yên berdewamkirina qedexeyan jî nema. Dema ku Şirnexê vekin, bê ku dem windabikîn emê vegerin malên xwe."
'Bila kes li bendê nemîne dê ev gel axa xwe berde'
Saadet Bahşiş jî anî ziman ku bi zanebûn Şirnex xirakirin û wiha dom kir: "Ev 100 rojin Şirnexê xiradikin, lê emê cardin avabikin. Welatiyên Şirnexê li ku dibin bila bibin dema ku Şirnex vebû dê her kes vegerin taxa xwe. Bila kes li bendê nemîne ku dê ev gel axa xwe biterikîne. Dema ku carekdinê operason bibe me bi mala me ve bişewitînin jî emê dernekevin. Ji xwe zarokên me qetilkirin, emê jî ji bo parastina axa xwe mirinê bidin berçavan."
(zt)