Di rapora otopsiyê de îskence derket holê

12:17

JINHA

AMED - Di rapora otopsiya Endama YPS-Jinê Cîhan Yilmaz tevî 7 hevalên xwe di berxwedana rêveberiyên cewherî ya Sûrê de ji aliyê hêzên dewletê hatibû qetilkirin de derket holê ku hêzên dewletê 23 gule berdane bedena Cîhan a 22 salî. Parêzerê Cîhan, Ferhat Kilinç diyar kir ku ew dê derbarê îşkenceya li ser bedena Cîhan Yilmaz hatiye kirin serlêdana sûc bikin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî daxuyaniya rayedarên tirk ya, "Li Sûrê operasyon bi dawî bûye" 10'ê adarê bêyî ku pevçûn derkeve 7 endamên YPS û YPS-Jinê hatibûn qetilkirin. Di nav 7 kesên hatibûn qetilkirin de xwendekara Zaningeha Îzzet Baysal a Boluyê Cîhan Yilmaz a 22 salî hebû. Di raporê de hatiye diyarkirin ku 11 gule bi serê xwe dibin sedema mirinê. Her wiha lebatên Cîhan yên hundurîn û parsûyên wê jî hatine parçekirin. Di rapora ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ve hatiye amadekirin de tê gotin ku him di laşê Cîhan de him jî di hestiyê serê wê de gelek şopên şikandinê hene. Dîsa di laşê Cîhan û serê wê de şopa 23 guleyan hatiye tespîtkirin û ev yek jî radixîne berçavan ka çawa îşkence li ser cenazeyan tê kirin.

Parêzerê Cîhan Ferhat Kilinç da zanîn ku piştî Cîhan jiyana xwe ji dest daye jî gule li laşê wê reşandine û wiha axivî: "Li gor ku dixweyê piştî Cîhan jiyana xwe ji dest dide jî gule beradane laşê wê. Di laşê Cîhan de cihê 23 guleyan heye ev jî dide nîşandan ku eziyet li cenaze hatıye kirin. Derbarê buyerê de lêpirsîn hê jî berdewam dike. Dema lêpirsîn biqede em jî dê derbarê mijarê de serlêdana sûc bikin."

(zt)