Dîmenên 100 rojên dewletê ya li Şirnexê

12:39

JINHA

ŞIRNEX – Tevî daxuyanyên operasyon bi dawî bûye jî di bin navê qedexeya derketina derve de êrîşên qirkirinê li Şirnexê ket roja 100’emîn û dewletê bi nexşerêyên sor yên amade kiriye, ji bo vegera gel a bajar asteng bikin, hilweşandin û şewitandina 12 taxan berdewam dike. Li bajarê ku maşîneyên kar bê navber dixebitin, welatî nekarin bikevin bajar û li hember polîtîkayên koçberkirinê berxweda xwe didomînin û ji bo vegerin di konan de dipên.

Serokkomar Tayyîp ERdogan û hikûmeta AKPê li dijî daxwaza rêveberiyên xweser yên gel bi polîtîkayên neçareseriyê re polîtîkayên yên topyekun li Kurdistanê xistin dewrê û yek ji cihên ku herî zêde berxwedana mezin lê tê meşandin Şirnex bû. Dewletê di bin navê ‘Hilweşandinê’ de plana qirkirinê kir meriyê û li Şirnexê di 2015’an de di meha cotmehê de xist dewrê û d 14’ê Adarê de di bin navê ‘qedexeya derketina derve’ de êrîşên qirkirinê fermî kirin û êrîşan 100 roj li pey xwe hişt.

Ji bo çend ciwanan bi dehezaran leşker-polîs-cerdevan

Li Şirnexa ku tevahî 12 taxên wê hene û li 7 heban xeta parastina cewherî hatiye avakirin, leşker-polîsan xistiye bin dagirkirinê û ligel dehezaran leşkerî b ihezaran cerdevan, bi ser 100-150 YPS’yan ku parastin dikirin de birin. Li bajarê ku berxwedaneke mezin tê meşandin, hêzê dewletê demek dirêj ji wesayîtên zirxî peya nebûn û windayên mezin dan. Dema êrîşan destpêkirin gotin wê di 20-25 rojan de bi dawî be. Lê kêmek civanî bi windayên mezin li dijî her cureyê teknîka dewletê berxwedan xurt kirin.

Dewletê windayên mezin dan, windayên xwe veşartin

Li dijî taxên Yeşîlyurt, Yenîmahale, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cumhuriyet, Dîcle û Bahçelîevlerê bi tanq, top û hewanan êrîş pêk anîn û bi taktîka ‘Wê herî kêm guleyek topê li malekê bikeve’ pêş ketin û bajar berbi hilweşînek mezin ve birin.

Li her kolanê çîroka berxwedanê

TSK ya ku pesnê xwe dide duyemîn artêşa mezin a NATO’yê ye her cureyê teknolojiya xwe bikaranî û êrîşên pêk anî. Li her kolaneke cuda ya bajar çîroka berxwedanê hat nivîsin. Kepçeya zirxî ya ku ji bo barîkatan rabike çû, hat îmhakirin û li gorî agahiyên hatine girtin hêzên dewletê 113 winda dane. Lê dewletê got 22 windayên wan hene.

Fermandariya giştî cuda, nexweşxane cuda dibêje

Çavkaniyeke ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê, agahî da ku heta 18’ê Gulanê ji bajar 3 jê cerdevan 112 cenaze derketine û dîsa 123 jê sewqî GATA’yê hatiye kirin 476 personel jî birîndar bûne. Çavkanî got 6 heban jê teşebusê întîxarê kiriye û ji ber vê rewşê jî ji GATA’yê 11 psîkolog û psîkiyatr hatine şandin.

73 cenazeyên ku sîvîl jî têde

Hêzên dewletê gotin êrîşên qirkirinê di roja 82’emîn de temam bûne û îdia kirin ku 489 PKK’î bê bandor hatine hiştin. Lê di nava kesên rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û Saziya Tipa Edlî ya Xaburê , de 73 cenazeyên sivîlan jî hebûn.

Pîrozbahiya serkeftinê pêk anîn

Çavkaniyên YPSê gotin: “Hêzên me di encama berxwedaneke mezin de, windahiyên mezin dane hêzên dewletê û bi serkeftinê ji bajar vekişiyane.” Piştî YPS ji bajar vekişiya şûnde hêzên dewletê qaşo bi pîrozbahiyên serkeftinê, bi saetan malên gel raste rast gulebaran kirin.

Ji bo tolgirtinê bajar kirin qada perwerdê

Piştî daxuyaniyên çavkaniyên fermî yê dewletê yên wekê ‘li Şirnexê operasyon bi dawî’ şûnde, vê carê bê îstîsna hemû xanî bi topên obusê hatin hilweşandin. Hêzên dewletê wekê ku tolê ji bajar bigirin, bajar ji bo JOH û POH’yên nû perwerdeya xwe temam kirine kirin qada perwerdê ya ‘meskûn mahal’. Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Galîp Mendî ji bo Şirnex û Nisêbînê gotibû ‘Me 2 hezar Leşkerên Tevgera Taybet sewqê herêmên operasyonê kirin’ şûnde tatbîkatên li taxan hatin kirin her roj bi dehan xanî û kargerî bi teqemeniyan hilweşandin.

Nexşerêya qirkirinê ya sor hat amadekirin

Dewleta ku bajar veguhert qada perwerdê ya ‘meskûl mahal’, plana wan ya duyemîn ya ji bo Şirnexê jî bi nexşerêyên ku berê hatine amadekirin avahîyên li bajar yek bi yek hilweşandin bû. cerdevanekî li Fermandariya Tumen a Sînor ya Cendermeyan nobet digirt, agahî da ku rayedarên leşkerî nexşerêyên ku beşeke mezin a bajar hildiweşîne, amade dikin. Li gorî agahiyên ji cerdevanên li hinek taxan rudinin, leşkeran gotine ku talîmat ji wan re ji jor hatiye û di nexşerê de cihên ku divê bên hilweşandin bi rengê sor hatine xêzkirin.

Welatî ji malên wan hatin avêtin

Di hilweşînê de ne tenê 7 taxên qada parastina cewherî, hemû bajar nisîbê xwe girt û ji bo taxên herî kêm pevçûn hatiye jiyîn yên Tekser, Aydinevler, Vakifkent, Omerkoy û Gundogdu jî lîsteya hilweşînê hat amadekirin. Hêzên dewletê bi kepçeyan ketin taxên Yeşîlyurt û Tekserê, welatî ji malên wan derxistin û beyî tiştekî bêjin dest bi hilweşandinê kirin.

Vegeriya şantiyeya JOH-POH’ê

Li bajar ev 18 rojin maşîneyên kar bê navber dixebitin. Aliyê hilweşînê bi wêneyan tê belgekirin û tê dîtin ku ji sedî 80’yê Şirnexê hilweşiyaye. Her wiha bi rojane bi kamyon û TIR’an bariyerên beton û xîz tê kişandin. Bajarê ku veguhertine şantiyeyê, ketin û têketin jî hatine qedexekirin.

Nexşeyên hilweşandinê ji bo HDP û DBP’ê ye

Piranî xanî û kargeriyên di lîsteya hilweşandinê de aydê malbatên DBP û HDP’ê ne. Dema ev li bajar tên jiyîn bi hezaran welatiyên ji Şirnexê hatine derxistin jî polîtîkayên surgunê vala derxistin û li dora bajar qadake din ya berxwedanê ava kirin. Bi vê polîtîkayên dixwestin bi hezaran welatî bidin koçberkirin. Lê li Şirnexê ev êrîşa dewletê vala hat derxistin û welatiyên li dora bajar bi cih bûne li bendê vegerê ne.

27 rojin ji Hurşît Kulter agahî nayê girtin

Ligel van pêkanînan dewletê ji bo kuştinên kiryarnediyar yên salên 90’î bibîr bixe, rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter ku mala xwe terk nekir 27’ê Gulanê binavçav kir.

Tevî îfadeyên şahidan ku gotin Hurşît li 23’emîn Fermandariya Tumen a Sînor a Cendermeyane jî dewlet ev 27 rojin qebûl nake.

(hu)