Zabiteyên Til Temir li ser erkê xwe ne

13:07

JINHA

TIL TEMIR- Bi armanca kontrolkirina madeyên xwarinê ku têne firotin, îro beşê Zabite yê girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Til Temir, li dikan û firoşgehan geriyan û goştê ku kevin bûye û divê neyê xwarin kom kirin û şewitandin.

Ji bo parastina gel ji nexweşiyan, îro beşê Zabite yê girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê dikan û firoşgeh kontrol kirin. Di encamê de goştên ku demê wan borî tev hatin şewitandin. Endamên zabiteyê li sûka bajêr dikan bi dikan geriyan û gotşê kevin kom kirin, paşê jî li cihek derveyî bajar, şewitandin. Her wiha dikandar û firoşgeh jî hatin şiyakirin ku careke din tiştên demê wan borî li dikanên xwe nehêlin û gel dubare bibe dê di derheqê wan de pêvajoya hûquqî were dest pêkirin û ceza li wan were birîn.

Endama Zabitê Sîdar Hesen di derbarê xebatê de wiha got, "Em ê ji bo parastina gelê xwe ji nexweşiyên ku ji ber xwarin û dermanên kevin rû didin, kontrolkirina dikan û firoşgehan zêde bikin. Lê divê gelê me jî şiyar be û dema ku tiştek kirin divê li dîroka wê ya ku ew tişt hatiye çêkirin û dîroka bi dawîbûna wê baş binêre." Sîdar ji gel xwest ku dema li dikanekê rastê madeyên kevin hatin jî bila agahî bidin zabiteyê, ji bo li ser sekinandin di demê wê de çê bibe.

(ja/hs/rc)