Meclisa Jinên Şengalê serdana jinên ji destê çeteyan rizgarbûne kir
13:15
JINHA
ŞENGAL - Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê serdana malbatekî ji destê DAIŞ'ê rizgar bûne kir.
Meclîsa Jinên Şengalê serdana jina binavê Hedîye ku tevî 3 zarokên xwe ji aliyê Hêzên YBŞ û YJŞ ve ji destê DAIŞ'ê hatibû rizgar kirin kir. Ser navê meclîsê Canê Heyder axivî û got: "Em gelek kêfxweşin ku jin û zarokên me tên rizgar kirin. Şervanên Êzîdxanê YBŞ ve YJŞ îro li hember vê hovitiyê berxwe didin û jin û zarokên me xilas dikin. Şervanên me erka xwe pêk anîn û ev malbata na ji destê daîşê rizgar kirin. Wek rêxistinbûnên civaka Êzîdî tişta dikeve ser milê me jî divê em xwedî van jin û zarokên xwe derbikevin."
Canê wiha berdewam kir: "Jin û zarokên Êzîdî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê xilas dibin bi hevkariya KDP û Almanya derdixin Avrupa. Wan jin û zarokan ji axa wan, ji ola wan dixwazin dur bixin. Em jî wek meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê hewildidin ku wan jin û zarokan bînin axa pîroz ya Êzîdxanê. Ewqas êş ji bo vê olê hat serê me em jî bi hîn pêtir girêdana xwe ya ol û axa xwe re bersivê herî mezin didin dijminên xwe. Em bang li hemu jinên Êzîdî dikin ku vegerin ser axa xwe. Em jî wek meclîs çi ji destê me hat emê bikin. Qasî derfetên me emê alikariya hev bikin û emê wisa hebuna xwe biparêzin. "
jina bi navê Hediye ku tevî 3 zarokên xwe ji aliyê şervanên YBŞ- YJŞ ve hat rizgar kirin jî axivi û got " Em gelek memnunin bi serdana meclîsa jin. Divê hemu kes alikariya hev bike da ku ew jin û zarokên din ya ku di destê DAIŞ'ê de esîr mane xilas bibe. Hîna ji malbata min gelek kes destê wan de esîr e. 3 zarokên min, hevjînê min, tiyê min destê wan de esîr in."
Hediye wiha qala dema ku di destên çeteyan debûn kir: "Em nêzî deh jin bûn dema em ketin destê wan. Seyare ya ji Şengalê derket û gihişt lofa hatin pêşya me girtin. Seyare ya me zivirandin û birin. Destpêkê keç birin, piştre dayikan birin. Hîn bi hezaran jin û zarok destê wan de ye. Em bang li hemu kesan dikin ku ji bo rizgar kirina wan jin û zarokan xebat bikin. Divê hemu jinên ku ji destê wan hovan xilas bû jî ji axa xwe dur nekevin. Bila werin serê Çiyayê Şengalê ol û rastiya xwe jiyan bikin."
(ja)