Piştgiriya ji bo kampanya îmzeyan zêde dibe

13:42

JINHA

HESEKÊ-Kongreya Star di çarçoveya piştgîrî ji bo kampanya îmzeyan ya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' bi ji Saziya Yekîtiya Xwendekarên Kurd re hevdîtin kir.

Di çarçoveya kampanya îmzeyan ya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmarliyê' Kongreya Star ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêxistin û saziyên sivîl ên bajaran hevdîtin dike. Îro li bajarê Hesekê heyetek ji Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk ya Kongreya Star serdana Saziya Yekîtiya Xwendekarên Kurd kir. Di hevdîtinê de ku endama Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star, Civîn Ehmed axivî û bal kişand li ser rewşa tecrîda giran a Îmraliyê û bê agahiya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Civîn diyar kir ew ji bo dengê xwe li beramberî bêdengiya li tecrîdê bilind bikin û rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya cîhanê hişyar bikin, vê kampanyayê dimeşînin. Rêveberê Saziya Yekîtiya Xwendekarên Kurd, Edan Silêman jî bi ser navê saziya xwe piştgiriya ji kampanyayê re anî ziman û belgeya kampanyayê îmze kir.

Hevdîtinên kongreya Star di çarçoveya piştgirî ji bo kampanya îmzeyan ya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' didome.

(ee/hs/rc)