Di dosya Hurşît Kurlter de Emniyeta Şirnexê zemînê parastinê amade dike
16:07
JINHA
ŞIRNEX – Miduriyeta Ewlehiyê ya Şirnexê tekîldarî Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê Hurşît Kulter ku ev 27 rojin hatiye binçavkirin û hêj jî tû agahî jê nayê girtin de ket dû lîstikan. Derket holê ku Midûriyeta Ewlehiyê ya Şirnexê li ser daxwaza AÎHM û BM’yê ya parastinê bi riya parezerê Endamê Baroya Şirnexê kete nava lîstikan.
Rêveberê Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê Hurşît Kulter di 27'ê Gulanê de ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin û ev 27 rojin tû agahî jê nayê girtin. Li ser bertek û nerazîbûnên raya giştî Miduriyeta Ewlehiyê ya Şirnexê ku tekîldarî Hurşît tû berpirsyariyê nagire ser xwe, li ser daxwaza parastinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayî (AÎHM) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi riya parêzeran kete nava lîstikan. Miduriyeta Ewlehiyê ya Şirnexê ku ev 27 rojin tekîldarî windakirina Hurşît de bêdengiya xwe diparêze, bi riya parêzerê Baroya Şirnexê dixwaze ku cihê şahidên veşartina Hurşît lêkolînan bike.
Yên ku bûne şahidê binçavkirina Hurşît, ji beriya niha axivîn û dan zanîn ku Kulter yekser birine Miduriyeta Tîmên Taybet a Gûmûştepe ya girêdayî Miduriyeta Ewlehiyê ya Şirnexê û piştre jî birine 23'yemîn Fermandariya Tûmena Cendermeyan a Sînor a Şirnexê.
Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ku tekîldarî binçavkirin û windakirina Hurşît ev 27 rojin tû daxuyanî ne dayî, bêdaxwaza dozgeriyê, bi riya parezerê endamê Baroya Şirnexê li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê û 23'yemîn Fermandariya Tûmenê lêkolînan bike û bersiva AÎHM û NY'yê bide.
Parêzerên Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê yên ku windakirin û binçavkirina Hurşît re eleqeder dibin ji aliyê Miduriyeta Polîsan ve ne hatine agahdar kirin û Miduriyeta Polîsan kete nava hewldanên bi lîstokan bersiv dayîna AÎHM û NY’yê.
(kom/zt)