Figen Yuksekdag Çilem Dogan ziyaret kir

16:37

JINHA

EDENE - Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag li gel Meclisa Jinên HDK'ê Çilem Dogan ziyaret kirin. Figen diyar kir ku ew ji nêz ve doza Çilem dişopînin. Çilem jî da zanîn ku ew bi nameya ku Figen jêre şandî gelek hestiyar bûye.

Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag bi rêyên hewayî hat Edenê û li gel Meclisa Jinên HDK'ê Çilem Dogan di mala wê de ziyaret kirin. Di ziyaretê de Çilem destnîşan kir ku ew bi nameya ku Figen jêre şandî gelek kêşfxweş, kelecan û hestiyarbûye.

Figen jî bilêv kir ku di pêvajoya darezandinê de ew her dem li gel Çilembûn.

Piştî ziyaretê ji bo xwarina fitarê Figen derbazî Navenda HDP'ê ya Mêrsînê bûn.

(zt)