Parêzerên girtî: Dibe ku şûr di destê we de be lê yên mafdar em in
17:29
JINHA
STENBOL - Parêzerên OHD'ê Ayşe Acînîklî û Ramazan Demîr ku ligel 6 kesên din ên girtî bi tevahî bi 50 kesî de bi hinceta "Rêvebertî û endamtiya rêxistinê" tên darizandin parastin kirin. Parêzeran balkişandin ser hovîtiyên li Kurdistanê hatine meşandin û bi gotina, "Dibe şûr di destê we de be lê yên mafdar em in" biryara meşandina têkoşînê anîn ziman.
Doza 50 kesan ku parêzerên endamên Komeleya Dadmendên Azadîxwaz (OHD) Ayşe Acînîklî û Ramazan Demîr jî di nav de 8 jê girtî tên darizandin, li 14'emî Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê didome. Danişîn di seatên sibê de bi tespîta nasnameyan û xwendina îdîanameyê dest pê kir. Nûnerên partiyên siyasî, parlementer, nûnerên rêxistinên civakî, malbatên girtî û bi dehan parêzer tev li danişînê bûn. Danişîna 50 kesên bi hincetên, "Rêveberiya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin, bi xwendina îdîanameyê dest pê kir. Piştî xwendina îdîanameyê Parêzer Ayşe Acînîklî dest bi parastinê kir.
Ayşe bi balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş dest bi axaftina xwe kir. Ayşe bi bîr xist ku raporên, "Dikare li girtîgehê bimîne" didin girtiyên di asta mirinê de ne. Ayşe diyar kir ku dest bi jimartina pirsgirêkên li girtîgehan bike dê parastina wê bi rojan bidome û wiha axivî: "Ez parêzer im û min parêzerî kir. Ji bo vê yekê hatim girtin. Ez kesek sosyalîst, kurd û elewî me. Ji bo her tişt baştir me min têkoşîn kir. Ku ji bo vê parastin ji min bê xwestin, ez parastinê nakim. Ez li pişt her tiştê min kirî ye. Ên divê min darizandin ne em, yên li Roboskî û Cizîrê mirov şewitandin û bombebaran kirîn e."
'Hecî Bîrlîk birê me teva bû'
Piştî Ayşe Ramazan Demîr parastin kir. Ramazan bi bîranîna Haci Bîrlîk ku li Cizîrê piştî hate qetilkirin li dû wesayîta zirhî kaş kiribûn, dest bi axaftina xwe kir û ev tişt gotin: "Yê li pişt panzerê hatî kaşkirin birê me teva bû. Min ji bo Hecî gotiye şehîd namirin û ji bo vê we ez girtime. Niha girîngiya Hecî ya ji bo me fam bikin. Min li ser medyaya civakî baş venegotibû, niha we fam kiriye." Ramazan di axftina xwe de balkişand ser Cîhan Karaman ku dema li Cizîrê hate birîndar kirin ji bo rakirina wî ya nexweşxaneyê serî li DMME'yê dabû. Ramazan balkişand ser komkujiya li Cizîrê û hewildanên xwe yên ji bo xilaskirina birîndaran û ev tişt gotin: "Ji bo xilaskirina birîndaran me serî li hemû saziyan da lê teva wekî dijminan li me dinêrîn. Teva bi hev re xwestin komkujiyên dewletê veşêrin. Li Cizîr, Şirnex, Silopî û Sûrê talan pêk hat. Mirov di bodruman de hatin şewitandin. Êdî tu wateya gotinê ji me re nema bû. Hêz gelê me li Şirnexê di çadiran de dimînin."
Ramazan bi bîr xist ku di îdîanameyê de bi hinceta, "îtîbara dewletê kêm kiriye" tê sûcdarkirin û wiha got: "Berî ku dewlet îtîbara xwe winda bike divê berî her tiştî xwedî îtîbarê be. Belgeyên wekî delîlên sûc di dosyayê de dê heta dawiya emrê me wekî nîşaneya rûmetê bi me re bin. Dibe mal û bajarên me hatibin wêrankirin lê em di biryardariya wan cardin ji nûve ava bikin de ne. Em ne ditirsin û ne jî di ciyek ve de diçin. Dibe şûr di destê we de be lê yên mafdar em in. Tu hêviya me ji hiqûqa we nîne. Ji bo wê ez tahliyeya xwe naxwazim."
Piştî parastina Ramazan, dadgehê navber da.
(zt)