Li ber Girtîgeha Bakirkoyê 'Nobeta Azadiyê' despêkir
17:31
JINHA
STENBOL - Ji bo Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn ku bi boneya hevgerînendetiya nobedar a rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin, li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê "Nobeta Azadiyê" hate destpêkirin.
Gelek rêxistinên civakî li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê ji bo Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn ku bi boneya hevgerînendetiya nobedar a rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin, "Nobeta Azadiyê" hate destpêkirin. Koma li ber girtîgehê berhev bû, sloganên, "Çapemeniya azad nayê bêzar kirin! Şebnem, Erol û Ahmet tenê nînin" û "Zordarî me bêzar nakin" hatin avêtin. Endama Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe berî daxuyaniyê axivî û balkişand ser zordariya hikûmeta AKP'ê. Umît diyar kir ku girtin tesadûfî nînin û wiha axivî: "Fîncanci, Onderoglu û Nesîn têkoşîna mafaan dan testpêkirin. Ev şer rûmeta me ye û em dê heta dawiyê bidomînin. Şebnem xoce di bin tecrîdê de digirin. Ji bo xwe tiştek ne xwest heta îro û di nav hemû şert û mercan de têkoşîn berdewam kir. Agahiya ku cihê lê tê girtin gelek qirêj, bêhewa û xwedî şertên xirab e."
'Hemû kesên li dijî AKP'ê hedef in'
Piştî axaftina Umît daxuyaniya li ser navê saziyên civakî hatiye amadekirin hate xwendin. Serokê Şaxa TÎHV'ê ya Stenbolê Leyla Kaya daxuyanî xwend û wiha got: "Hemû nivîskar, akademîsiyen, rojnameger û rewşenbîrên li dijî AKP û pergala serokatiyê hedef tên girtin. Tirkiye di nav qeyranek kûr de ye. Lazim e hemû derdorên muhalefeta civakî di zûtirîn demê de bloka demokrasiyê avabikin û helwesta xwe danên holê. Mafê azadiya ramanê şertê pêşîn ê demokrasiyê ye. Li Tirkiyeyê derfetên azadiya ramanê nemane. Ji bo hevalên me bigirin azadiya xwe divê di zûtirîn demê de herkes hîstiyar be."
Dê Nobeta Azadiyê her roj di navbera seatên 13.00-15.00'an de li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê bê girtin.
(zt)