'Êrîşê li hember gelê Sûryanî têkçûna DAIŞ'ê nîşan dide'

09:11

Sorgul şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Endama Rêvebira Meclîsa Zagonsaz Madlên Xemîs êrîşê çeteyan ya bi bombebarkirî li hember gelê Sûryan di 19'ê heyvê de li bajarê Qamişlo pêk hatî nirxand û wiha got, "Ev êrîş îflasa çeteyan li hember gelê Rojava nîşan dike."

Di19'ê heyvê de li nêzî parka El-Kindî ya li taxa El Wusta ya bajarê Qamişlo li ber konvoya Patrîkê Sûryan êrîşeke xwekujî pêk hat. Di êrîşê de cihê ku gelê Sûryan lê îbadetê dikin hatibû hedef girtin. Li ser ferqkirina endamên Asayişa Sotoro ve çete wesayîta bombe barkirî teqandin. Li beramberî vê êrîşê endama Meclîsa Zagonsaz a Meclîsa Zagonsaz Madlên Xemîs nirxandin kir. Medlên diyar kir ku êrîş têkçûna çeteyan dide diyar kirin, çawa ku berê bi van kiryarên xwe binketin, niha jî dîsa dê binketin bibe para wan."

'Êrîş têkçûna çeteyan nîşan dide'

Madlên di serî de sersaxî ji malbatên kesên ku di bûyera teqînê de jiyana xwe ji dest dan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û got, "Em bi tundî êrîşa ku li bajarê Qamişlo pêk hat şermezar dikin û dibêjin ku ev êrîş têkçûna çeteyan dide nîşandan. Çeteyan li beramberî destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê hatine bides xistin, tune bûne û binkeftine. Ev êrîş nikarin hêz, vîn û têkoşîna gelê Kurd, Ereb û Aşûrî têk bibe û bibe asteng ji pêşketinan re. Ez weke jineke Aşûrî, ji herkes û hêzan re dibêjim ku em natirsin, em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe çeteyan bin bixin û tola şehîdên hilînin. Ev êrîşên ku ji aliyê hêzên tarî ve têne kirin, ne tenê êrîşî gelê Aşûrî dikin, ew êrîşê hemû gelan dikin, êrîşê tevahiya destkeftiyên li Rojava dikin."

'Bersiv dê rizgariya Minbic û Reqayê be'

Madlên destnîşan kir ku êrîş tirsa di dilê dijmin de diyar dike û di riya êrîşên xwekujî re dixwazin ku tola xwe ji gelê herêmê bistînin û wiha pêde çû, "Ji ber ku di Reqa û Minbic bin dikevin, teqînan pêk tînin. Bila baş zanibin ku em ê dawiya çeteyan bînin û aştiya di navbera gelan de teqez pêk bînin. Ev ne êrîşa yekem e, bi dehan care êrîşê xwekûjî pêk anîne. Her dem jî gel tê qetîlkirin, lê ev hemû jî bandora xwe li gel nake û dê gel li hember van kiryarên çeteyan bisekinin û wê bersiveke xurt bi rizgarkirina Minbic û Reqayê bidin wan."

(en/rc)