Doza lîseyiyên Manîsayê 21 sal şûnde dîsa bilind dibe

09:12

Ceren Karlidag/JINHA

STENBOL- Qêrîna ‘Em lîseyên demokratîk dixwazin’ ya bi salan berê li Mûriyeta Polîsan a Manisayê hewl hat dayîn ku bê bêdengkirin, di danezana ciwanên lîseyê de ji nûve bilind dibe. 21 sal berê lîseyiyan bi şîrara ‘lîseya demokratîk’ têkoşîn meşandin û vê carê jî li dijî perwerdeya olî, tacîz û mufredata zayendperesst û nefretê serî hildidin.

Lîseyiyên ku li dijî pêkanînên dij-demokratîk yê AKP û Qesrê serî hildidin, bi salan berê jî li dijî pêkanînên dij demokratîk daxwazên lîseya demokratîk hatibûn ziman. Îradeya ciwanên lîseyê ku ji nûve serî hildan ji têkoşîna 21 sal berê ya îşkenceya Midûriyeta Polîsan a Manîsayê hêzê digire.
‘Wê nebin ew hîna biçûk e!

Di 1995’an de piranî xwendekarên dibistana navîn û lîseyê 16 ciwan bi sûcdariya endamtiya rêxistinê hatin binçavkirin û di bin îşkenceyên giran de derbas bûn. Wek ciwanên Manîsayê an jî lîseyiyên Manîsayê derbasî dîrokê bûn. Ji dozê hemû ciwanan berat kir û polîsan jî ji sûcê îşkenceyê bi tevahî 85 sal ceza girt. Ciwanên bi îdiaya rêxistina derveyê qanûnê hatin binçavkirin birin hucreyên îşkenceyê û li pey wan dayikên wan gotin; Wî nebin ew hîna biçûk e.
Parlamenterê CHPê Sabrî Ergul ku li dijî qêrînan bêdeng nema wiha got: “Ez li ser qêrînekê ketim Midûriyeta Polîsan a Manîsayê. Ez çûm katê 4’an. Ciwanên 16 salî tazî bûn û çavên wan girtî bûn.” Sabrî bi hevalên xwe re parêzeriya dozê kirin û pankarta ‘li vê kargeriyê îşkence heye’ li midûriyeta polîsan daliqandin.

Dewlet zarokên xwe diparêze

Sema Taşar ku îşkenceya dît bi salan şûnde bi rayagiştî re parve kir û diyar kir ku rastî îşkenceya zayendî hatine û elektîrîk dane bedena wan û di bin îşkenceyê de îfadeyê wan hatine girtin. Îfadeyên di bin îşkenceyê de ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin qebûlkirin. Heyetê îşkenceya zayendî û fîzîkî nedît û li ciwanên temenê wan di navbera 14-17 de ceza barand. Dadgeha Bilind bi hinceta lêpirsîna kêm biryar xera kir û zarokan ceza negirt. Li ser zextên rayagiştî polîsan ceza girtin. Lê dewletê bi hincetên ‘polîs nayên dîtin, teblîgat nagihêjin wan’ ew parastin. Dewleta ku zarokên xew parast, zarokên biçûk li ber qêrîna dayikên wan di bin îşkeceyê de derbas kir.

Sedema binçavkirina ciwanên di bin îşkenceyê de hatin derbaskirin ev bû ku li dîwaran nivîsa ‘em lîseyên demokratîk dixwazin’ nviîsibûn. Hevokeke evqas zelal û xwerû, li îşkencexaneyan hewl hatibû dayîn ku bê rizandn. Ji ber ku dewletê dizanibû nekare bibe nûnerên perwerdehiyeke demokratîk.
Di navberê de 21 sal derbas bû. 21 sale ciwanên lîseyê dem bi dem bi xwendekarên zanîngehê re daxwazên xwe anîn ziman.

Daxwaz ji nûve bilind bûn!

Qêrîna bi salan berê deng da, ji nûve li Lîseya Mêran a Stenbolê bilind bû. Ciwanan bi heman biryarê pişta xwe dan Midûrê xwe. Doza 21 sal berê ciwanên lîseyî yên îro dewr digirin. Piştî vê lîseyê xwendekarên lîseya Galatasarayê dengê xwe bilind kirin.

Lîseyî pêl bi pêl tên!

Dengê ji Lîseya Mêran a Stenbolê bilind bû, Lîseya Galatasarayê jî deng dayê û piştê vê Lîseya Çagaloglu Anadolu jî dengê xwe bilind kir. Piştre lîseya Vefayê û piştî vê Lîseya Notre Dame De Sîon. Ji çar aliyê Tirkiyeyê lîseyan danezan weşand.

(hu)