‘Li cihê ku zanist hebe ji saziyên baweriyê re cih tine’

09:14

JINHA

ENQERE- Endama Kolektîva Xwendekaran Meziyet Yildiz êrîş û zextên paşverû yên ODTU’yê ragîhand û got: “Li cihê ku zanist hebe cihê ti saziyên baweriyê tine. Em dest ji têkoşîna li dijî vê didin bernadin.Em bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û fîzîkî ODTU’yê wê li paşverûyan bikin zindan.”

Di demên dawî de zext û girtinên li ser zanîngehan her diçin zêde dibin. Zext bi taybetî li ser xwendekarên mudaxalîf yên zanîngehên Stenbol, Bogazîçî, Enqere, Dîcle û ODTU’yê zêde dibin. Xwendekarên zanîngehan wek qada azadiyê bi nav dikin, li dijî van zextan dengê xwe bilind dikin. Li Zanîngeha Orta Dogu Teknîkê (ODTU) koma bi navê ‘Civaka Mescît’ faliyetên paşverû derxistin û piştî vê êrîş û zextên li ser zanîngehan zêde bû. Li Zanîngehên Tirkiyeyê û bi taybet li ODTU’yê geşedanên tên jiyîn jia liyê endama Kolektîfa xwendekaran Meziye Yildiz ve hat vegotin.

Rêveberiya dibistanê li dijî pêkanînan bêdeng ma

Meziyetê têkildarî êrîşên li ser ODTU û zextên paşverû de wiha got: “Ji serokê YOK’ê bigire heta serokkomar Tayyîp Erdogan daxuyaniyên wekê ‘em çawa ketin Cizîrê emê wisa bikevin ODTU’yê’ kirin. Bi van re êrîşên ji çapemeniya alîgir, li ODTU’yê kampanyayên lîncê dan destpêkirin. Bûyer tenê bi vê jî sînor nema. Komên paşverû li mecsîdên zanîngehê faliyetên rêxistinê kirin. Ji xwe berê jî di bin navê Civaka Mescîd a ODTU de şahiya ‘tefsîr’ hat kirin û ev jî bi kesên ku beşdarî DAIŞ’ê bû kirin. Bi bernameyên wekê seyran, civîn û nimêjên bi hev re, rêxistin berdewam kirin û ji çeteyên paşverû-cîhadê re mîlîtan gihandin. Lê rêveberiya dibistanê ti tiştek nekir.”

‘Ji bo êrîşkarên tekbîr anîn ti ceza nehat dayîn’

Meziyetê da zanîn ku ew wek kolektîfa xwendekaran hewl dane xebatên tên kirin asteng bikin û got: “Dema agahiya me çêdibû me mudaxale dikir. Rektoriyê mescîd kontrol nedikirin. Me kontrola wan pêk anî. Me nîqaş kir ku divê li zanîngehan mecsîd tinebin. Lê rêveberiya dibistanê ji bo 3 hevalên me têkildarî bûyerên 22’ê Kanûnê de serdemek dibistanê mehek û hefteyek cezayê durxistinê da. Rêveberiya dibistanê gilîkirina hevalên me yên tehdîd girtine red kir û ti ceza jî nedan koma ku li dibistanê tekbîr anî û êrîş kirin.”

‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’

Meziyetê da zanîn ku rektoriyê li dijî ti çalakiyê dengê xwe dernexistiye û got: “Em wek kolektîf wê li dijî van têkoşîna xwe bidomînin. Em wek xwendekarên kolektîfê piştî vê nûçeyê wê daxwaznameyên agahi girtinê pêşkêşî rektoriyê bikin û emê hewl bidin ku bi rektoriyê daxuyaniyekê bidin dayin. Li cihê ku zanist hebe cihê ti saziyên baweriyê tine. Em dest ji têkoşîna li dijî vê didin bernadin.Em bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û fîzîkî ODTU’yê wê li paşverûyan bikin zindan.”

(hu)