Dewreya Şehîdên Meha Gulanê bi dawî bû

09:16

JINHA

RIMÊLAN - Dewreya Şehîdên Meha Gulanê ya girêdayî Akademiya Raman a Star bi dawî bû.

Dewreya Şehîdên Meha Gulanê ser bi Akademiya Raman a Star ku di 30'ê Gulanê bi beşdariya 27 kesan dest pê kiribû, bi serkeftî encam girt û bi coşeke mezin bi dawî bû.
Di dewreyê de waneyên wek rastiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, dîroka Kurdistanê, dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê, Jineolojî, Rêjîma Heqîqetê, şerê taybet û hwd. semînerên di mijarên cuda de jî hate dîtin. Ji her temenî û bajarên cuda yên Kantona Cizîrê jinan di dewreyê de bi hev re perwerde dîtin.

Endamên dewreyê kêfxweşiya xwe ji cihgirtin di dewreyê de diyar kirin û bi şahiyeke piçûk ku li navendê çêkirin, serkeftina dewreyê pîroz kirin.

(rd/hs/rc)