Çilem Dogan: Min ji nameyên jinan hêz digirt
11:16
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Çilem Dogan diyar kir ku di dema girtîgehê de wê ji nameyên jinan hêz digirt û got: "Ez li gel jinên di girtîgehê de û yên ji derveme. Bijî têkoşîn û yekîtiya jinan."
Çilem Dogan a ku parastina xwe ya cewherî kir û hevjînê xwe yê berdewam şidet lêdikir kuşt, nêzî salekê di girtîgehê de ma, paşê bi kefaleta jinan tahiliyebû. Çilem dema di girtîgehê debû ji gel nameyên ku jêre duçun venediqetiya. Çilem da zanîn ku di dema girtîgehê de wê ji nameyên jinan gelek hêz girtiye. Çilem kelecana ku ji nameyan girtî bi JINHA yê re parkir.
Çilem destnîşan kir ku wê her tim nameyên jinan ên hisa her dem li gel xwebûnê didayê radikiri û wiha domand: "Her hevoka jinan dinivîsî hêz dida min. Dema ku nû ketim girtîgehê min xwe tenê û bêçare hîsdikir. Dema ku nameyên despêkê gihan min ez gelek hestiyarbûm. Ez gelek kêfxweşbûm bi girtina wan nameyan û min bersiva çendekan jî da. Lê ewqas êdî zêde hatin min nekarî bersiva hemûyan bidim. Taybetî jî girtina nameyên jinan ez gelek kêfxweşdikirim. Dema ku min hêza jinan li gel xwe didît gelek kêfxweşdibûm. Ji hemû rêxistinên jinan name ji bo min hatin. Ji jinên girtiyên siyasî û edlî jî name hatin. Êdî nameyên hêz dayîna hev bûyîbûn parçeyek ji min. Min hemû bi kelecanek mezin dixwendin."
Jinên ku bi nameyan cesaretê didin
Çilem bilêv kir ku dema nameya Gevseroka Giştiya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dîtî gekek kêfxweşbû û wiha berdewam kir: "Dema ku min nameya Fîgen dît gelek şanazbûm. Dema ku min wê jî li gel xwe dît û hestên xwe bi min re parkiribû, ez gelek hestiyarkirim. Ez ji vêderê sipasiyên bê dawî despêkê ji Fîgen Yuksekdag û hemû jinên ez bi tenê nehêlame re dişînim."
Çîlem anî ziman ku dê her dem bi jinan re di nava şêwirmendiyê debe û wiha dom kir: "Ez dixwazim bêjim ez li gel hemû jinên girtî û derve me. Bijî hevgirtin û têkoşîna jinan."
(zt)