'Hurşît kurê me hemûyane, bila gelê Kurd xwedî lê derkeve’
11:45
Medîne Mamedoglu\JINHA
AMED - Kuştinên kiryar nediyar yên salên 90’ê di konsepta şer ya hikûmeta AKP’ê de hîna li Kurdistanê berdewam dike. Herî dawî di qedexeya derketina derve de li Şirnexê rêveberê DBP’a Şirxnê Hurşît Kulter hat binçavkirin û ev 28 rojin agahî jê nayên girtin. Vê carê aqûbeta Hurşît Kulter Dayikên Windayan pirsî. Dayikên Windayan bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo dîtina Hurşît deng bidin.
Di salên 90’î de bi rêbaza înfaza girtî ya dehsilatdariyê danî holê bi sedan kes hatibûn windakirin. Di sala 1995’an de li gorî tespîta komîsyonê 908 miron hatine qetilkirin. Ligel yên Kurdistanê li bajarên Tirkiyeyê jî Ugur Mumcu, Bahriye Uçok û Çetîn Emeş jî hatin qetilkirin. Lê li Kurdstainê nêzî hezar cînayetên kiyarnediyar hatibûn kirin. Cînayetên wan salan birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û yên serî lêdan jî ji Tirkiyeyê tazmînat girtin.
Desthilatdariya AKP’ê di 2015-2016’an de li bajarên Kurd qedexeya derketina derve îlan kir û bi sedan kes di van qedexeyande hatin qetilkirin. Dewleta ku hesabên cînayetên salên 90’î neda, vê carê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê li ber çavê hemû cîhanê sivîl qetilkirin. Her gelek kes jî bi zorê hatin windakirin û yek ji van jî Hurşît Kulter yê rêvberê DBP’a Şirnexê ye. Ev 28 rojin agahî jê nayê girtin.
Hurşît di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de ji aliyê tevgerên taybet ve hat binçavkirin û hat redkirin ku Hurşît ne di bin çavan de ye. Ev 28 rojin agahî jê nayê girtin û li ser malperên JÎTEM’ê tê gotin hatiye înfazkirin. Dayikên windayan yên zarokên wan di salên 90’î de hatin windakirin, bang kirin divê hemû gelê Kurd xwedî li Hurşît Kulter derkevin.
‘Êşa birayê min hîna di dilê min de ye’
Îffet Tekdag diyar kir ku birayê wê di 1994’an de hatiye binçavkirin û piştre hatiye înfazkirin û got: “Birayê min Alî Tekdag di 94’an de li qada Deriyê Çiyê xistine Torosekê. Birayê min bi dehan carî hat girtin û berdan. Roja li Deriyê çiyê girtin û şûnde agahî jê nehat girtin. Em li her derê lêgeriyan. Piştre me bihist ku 25 rojan îşkence lê kirine. Hemû hestiyên wî şikandine. Herî dawî ew birine ser riyê Farqîn-Amedê û şewitandine. Heta deqeya dawî birayê min li ber xwe daye. Dibêjin li ser wê rê defin kirine. Lê em cihê wê nizanin. Çend sal derbas bû lê hîna êşa wî di dilê me de tezeye.”
‘Delweta Tirk qet pêngav navêt’
Îfetê got divê niha ji bo Hurşît Kulter ku nayê zanîn li ku ye, divê gelê Kurd dengê xwe bilind bike û got: “Hurşît ev çend rojin di destê wan de ye. Lê vê red dikin. Ger gelê kurd dereng bimîne wê wî jî qetil bikin. Ew ne tenê kurê dayika xwe, kurê me hemûyane. Çawa îşkence li birayê min kirin, niha wisa li wî jî dikin. bêyî em dereng bimînin divê her kes xwedî lê derkeve û divê wî xilas bikin. Dewlet niha li Kurdistanê pêkanînên ji salên 90’î dijwartir dimeşîne. Berê vedişartin, niha aşkera dikin. eşkera her kesî tehdîd dikin.”
‘Ev 20 sale li cenazeyê kurê xwe digerim’
Xizmê wendayekî din Rahîme Înce jî got di sala 1992’an de kurê wê Yaşar Înce û Yilmaz Înce li Stenbolê li mala wan ji aliyê tevgerên taybet tê binçavkirin û got polîsan her tim binçavkirin wan redkirine. Rahîmeyê got: “Piştre me cihê zarokên xwe dîtin. Ew nîşanê men edan. 30 rojî îşkence lê kirin û piştre avêtin girtîgehê. Kurekî min li wir nexweş ket. Heta 97’an di girtîgehê de man û berdan. Kurê minê biçûk Yaşar tevlî gerîla bû. Me piştre agahî jê negirt.”
‘Ez li ciyan li cenazeyê wî digerim’
Rahîmeyê bi lêv kir ku herî dawî agahî girtine ku ew li Dêrsîmê di pevçûnekê de birîndar bûye û ketiye dest leşkeran. Rahîmeyê got: “Ew xistine helîkopterê û piştre avêtine. Ev bûyer di 99’an de hatiye jiyîn û ji wê rojê heta niha ez li çiyan li cenazeyê kurê xwe digirim. Hîna ji bo hestiyekî bibînim hêviya min heye.”
‘Bila her kes xwedî li Hurşît derkeve’
Rahîmeyê di berdewamiyê balkişand ser Hurşît Kulter û got dibêjin ne di destê me de lê kes bawer neke û got: “Sûcê wî çibû. Aqûbeta wî çiye. Çi kirine bila bêjin. Bila wî sax teslîmê dayika wî bikin. Dewlet dest ji zilmê bernade. Salên 90’î çawa bû îro jî wisa ye.”
(hu)