Ji zilma DAIŞ'ê koça ber bi azadiyê...
12:06
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
MINBIC - Gelê Minbicê ên ku hember dagirkeriya DAIŞ'ê berxwedidin, berê xwe didin herêmên ku Meclîsa Leşkerî azad kirine.
Hêrsê gel li hember pêk anînê çeteyên DAIŞ'ê ên dervî mirovahî li herêmên ku dagirkiriye her ku diçe mezin dibe. Li herêm, bajar ango gundên ku ji zilma DAIŞ'ê tên rizgar kirin, ji vegotina welatiyan zilma DAIŞ'ê ên dervî rêgezên mirovahî radixîne ber çavê mirovahiyê. Hemleyê azadkirina Minbicê ya ku di 1'ê Hezîranê de ji aliyê Meclîsa Leşkerî a Minbicê ve ahtî dest pêkirin dewam dike û ciwanên ku xwe ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar dikin tevlî şervanên meclîsê dibin.
Gelê Minbic hem di warê civakî hem jî di warê dîrokî de xwedî taybetmendiyên azadiyê ne. Ji ber vê her çiqas berdêlên giran bide jî hember dagirkeriya DAIŞ'ê ji roja dest pêkê ve li ber xwe didin. Niha jî gelê berxwedêr berê xwe didin herêmê ku Meclîsê Leşkerî ya Minbicê azad kiriye. Ev koçberî ne koçberiya şer û trajediyê ye, ev koça azadiyê ye.
Bi vê koça azadiyê ve 500 kes zêdetir ji minbicê tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn û berê xwe didin herêmên azad.
(rc)