Sisê Bingol tahiliyebû

12:43

JINHA

MUŞ - Sisê Bingol a 77 salî ji gundê Badan ê Gimgimê di serdegirtina malan de hatî binçavkirin û paşê hatî girtin di runiştina dozê ya îro de tahiliye bû.

Sisê Bîngol a 77 salî, roja 6'ê Nîsanê li gundê Badan ê navçeya Gimgim a Mûşê di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin. Rûniştina destpêkê ya darizandina pîra Sisê, îro li Dadgeha Cezayê Giran a li Edliya Mûşê destpê kir. Heyeta dadgihê di derbarê Sisê Bîngol a 3 meh in li girtîgehê tê ragirtin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" tê dariznadin de biriyara tahiliyeyê da.

(zt)