‘Armanca wan eve ku mafê girtina nûçeyan asteng bikin’
14:41
JINHA
AMED – Ji aliyê CRA’ê ve ji bo rojnamegerên girtî bernameya ‘Rojên şahidiyê’ hat organîzekirin û di çarçoveya vê de çalakî pêk hatin. Rojnameger di çalakiyê de axivîn û gotin: “Rojnameger xwedî li mafê girtina nûçeyan a gel derketine. Armanca girtin rojnamegeran eve ku azadiya girtina nûçeyan a gel asteng bikin.”
Cemiyeta Rojnamgerên Azad (CRA) bi armanca balê bikişînin ser zextên li ser rojnameger û çapemeniyê bi dirûşmeya ‘dest nedin mafê girtina nûçeyan’ hefteya borî çalakiya ‘Rojên şahidiyê’ dan destpêkirin û vê hefteyê jî berdewam kir. Çalakî li ber Edliyedliye Amedê pêk hat û xebatkarên DÎHA, JINHA, Ozgur Gun TV, Pel Yapim, Azadiya Welat, xebatkarên kovara KJA’yê, rojnaemger Ceyda Karan, Ayşe Yilmaz, Fatîh Polat, Celal Başlangiç, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê piştgirî dan çalakiyê. Wêneyên rojnamegerên girtî û Şebnem Korur Fîncanci, Erdol Onderoglu û Ahmet Nesîn ku bi armanca piştgirî da rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin, hildan. Her wiha pankarta ‘Ji rojnamegerên girtî re azadî’ vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘çapemeniya azad nekare bê bêdengkirin’ hatin bezrkirin. Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîrê got: “Sê roj berê sê hevalên me yên din hatin girtin û lekeyek reş ya din li dîroka Tirkiyeyê zêde bû. rojnamegerên piştgirî dan rojnameya Gundemê hatin girtin. Niha 47 rojnameger girtîne.”
‘Selamet Yeşîlmen bi cîhanê da bihistin’
Edîtora DÎHA’yê Dîcle Muftuoglu diyar kir ku wê şahidiya nûçegîhana DÎHA’yê Meltem Oktay kiriye û wiha got: “Meltemê dengê gelê Nisêbînê yên di bin bombeyan de da bihistin. Bi taybet jî Selamet Yeşîlmen bi cîhanê da bihistin. Ez şahidiya rojnamegeriya wê dikim. Nûçegîhanê DÎHA’yê Nedîm Turfent jî diyar kir ku ew şahidiya rojnamegeriya Nedîm Oruç dike û wiha got: “Nedîm bi nûçeya ‘Hunê hêza Tirk bibînin’ hedef hat girtin. Ez şahidiya rojnamegeriya wî dikim.”
‘Divê demildest zext bi dawî bin’
Rojnameger Ayşe Yildirim û Ceyda Karan jî axivin û gotin nobeta nûçeyan ya tê kirin, vala nayê kirin û bi armanca piştevaniyê tê kirin û wiha gotin: “Pirsgirêkêk derbarê rojnamegeran de heye. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Em ji bo piştevaniya hevalên xwe hatin vir.” Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Fahriye Akpolat jî axivî û got daxwaza wan eve ku her kes li welatê xwe azad bijî. Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jî got azadiya çapemeniyê azadiya hemû civakê ye û got rojnameger ji ber li cem gel cihê xwe girtin niha îro girtine.
(hu)