Ji Mahabadê heta Amedê çîroka hatina dinê: Alan Rojhat

09:06

Beritan Canozer / JINHA

AMED – Şefat Ehmetî û Kamel Ehmedî ku ji bajarê Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo welîdîna zarokên xwe hatin Amedê, diyar kirin ku ew dixwazin zarokê wan li bajarê berxwedanê Amedê bê dinê û got: “Piştî welîdînê emê her tim bînin Amedê. Bila cihê ku lê ji dayik bûye nas bike. Amed cihê berxwedanê ye. Ez dixwazim kurê min jî bi vî rûhê mezin bibe.”

Şefak Ehmedî û hevjînê wê Kamel Ehmedî ji bajarê Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê, ji bo welîdîna zarokên xwe hatin Amedê. Malbatê diyar kir ku berxwedana Sûrê bandorek mezin li ser wan kiriye û ji ber vê jî xwestine zarokê wan li Amedê bê dinê. Di nasnameya bebikê bi navê Alan Rojhat de Amed hat nivîsin û malbatê got ew dixwazin zarokê wan xwedî rihê berxwedana bajêr be. Şefak Ehmedî got ji ber ev der paytexta Kurdistanê ye xwestiye zarokê xwe li vir bîne dinê.”

‘Bila kurê min bi rihê berxwedanê mezin bibe’

Sefakê da zanîn ku xwestiye di nasnameya kurê wê de Amed bê nivîsin û ji ber vê jî bi rojan beriya welîdînê hatiye Amedê û got: “Amed hem di alî çandî de û hem jî di alî dîrokê de gelek xweşe. Ez cara yekeme têm Amedê. Hevjînê min li vir xebitîbû û her tim behs dikir. Min jî di înternetê de lêkolîn dikir. Bi rastî jî bajarekî xweşe. Belkî zarokê min li vir mezin nabe lê wê xwe her tim wek aydê vir hîs bike. Emê jî wî her tim bînin vir û bila cihê ku lê hatiye dinê nas bike. Amed cihê berxwedanê ye. Bila bi rihê berxwedanê mezin bibe.”

Ji bo alê ji destê xwe daneyne: Alan Rojhat

Şefakê got wê xwestiye zaroka wê keç be lê heta dawiyê li zayenda wî nenêriye û got: “Me got belkî keç be. Me nav jî dîtibû. Lê kûr bû. Em hinek femînîst nêz bûn. Em bê amadekarî bûn lê em xemgîn jî nebûn. Dema mirov dibin dayik, zayend ferq nake. Me nav jî Alan Rojhat danî. Wateya navê wî ‘yê alê di destê xwe de digire ye’. Bila kurê min ala Kurdistanê her tim bilind ke û xwedî lê derkeve. Ji ber vê me Alan tercîh kir.”

‘Hêvîdarim bibe nûnerê aştiyê’

Şefakê bi lêv kir ku navê Rojhat jî ji bo wan hêvî û rojên xweş îfade dike û got her du navên hilbijartine jî wateya siyasî û îdeolojîk îfade dikin. Şefakê da zanîn ku ew hêvî dikin ku şerê li vir demildest raweste û gel bigihêje huzurê û got hêviya wan ev e ku Alan û hemû zarokên din bibin nûnerên Aştiyê.

Mîrateya dîrok hat tinekirin

Kamel Ehmedî jî got armanca hatina wan ya vir welîdîna zarokê wan bûne û got: “Amed hem bajarê şaristaniyê ye û hem jî bi çand û dîroka xwe bajarekî gelek girînge. Ez 4 salan li Amedê jiyam. Min li Sûrê xaniyek kirê kiribû. Sûr gelek xweş bû. Dema em hatin me dizanibû qedexe heye lê me got îhtîmalek biçûk belkî em bibînin. Lê kolanên herî xweş yên Sûrê, dîroka wê hat tinekirin.”

Kamel got ji ber Mahabad cihekî muhafazakar û zayendpereste, dema jinek zarokê tîne dinê nahêlin hevjînê wan biçe cem wan û ev jî li gorî min ne raste û min jî nexwest ev hevjîna xwe tenê bihêlim, min anî vir.”

Kamel di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir û got ji bo sivîl û warê dîrokî zirarê nebînin divê bikevin nava hewldanan.

(hu)