Rojîn Remo: Amedekariya Kongreya MSD-JIN bi dawî dibe

09:07

Gulan Botan/JINHA

QAMIŞLO- Berdevka Desteya Jinên Sûriyeya Azad Rojîn Remo, xebatên amadekariya Kongreya MSD-Jin nirxand. Rojî qala amadekariyên ku ji bo kongreyê tên kirin kir û got, "Xebatên amadekariya Kongreya MSD-Jin gihiştin asteke girîng. Tevahî jinên li Sûriyeyê divê xwedî li avakirina Sûriyeke demokratîk û federal derkevin û cihê xwe di vê xebatê de bigrin."

Berdevka Desteya Jinên Sûriyeya Azad û endama Mekteba Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD'ê Rojîn Remo têkîldarê amedekariya Kongreya MSD-Jin nirxandin kir. Rojînê diyar kir ku demeke amedekariya Kongreyê tê kirin û wiha got, "Me konferansa xwe di demeke girîng û pêvajoyeke hesas de lidarxist. Di Rojavayê Kurdistanê de pêwîstî bi yekbûna vîna jinan hebû. Gelek nîqaşên cuda cuda li ser pirsgirêka Sûriyê li derve pêk dihatin. Lê vîn, reng û dengê jinê wekî ku dihate xwestin di wan nîqaşan de nehate dîtin. Ji bo ku em wekî jinên Rojava bikaribin di nava van nîqaş û civînên derbarê pirsgirêka Sûriyê de bi vîneke yekgirtî tevlî bibin, rêxistinbûn xweser me pêwîst dît. Ji bo vê armancê di konferansa Jinên Sûriyê de ya ku hate lidarixstin, desteyeke jin hate erkdarkirin."

'Hevpeymana Jinê, bi jinan re tê amadekirin'

Rojîn anî ziman ku hevgirtina jinan pir girîng e û got divê tevahî jin li kongereya Jinên Sûriyê xwedî derkevin û wiha pêde çû, "Di nava jinên Rojava de vîneke havbeş û hevpeymanek pêwîst bû. Ji bo ku em bi rengê jinê cihê xwe di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de bigirin ev yek giring bû. Li ser vî bingehî me dest bi xebatên amadekariya Kongreyê kir. Hema hema ev amadekarî bi dawî dibe. Vê xebatê heyecan û coşeke pir cuda di nava civaka me de ava kiriye. Me di hemû nîqaş û hevdîtinên xwe de armancên konferansê û sedemên amadekariya kongreyê da xuyakirin. Di encamê de gelek civîn û nîqaşên erênî hatin lidarxistin. Parvekirina van rastiyan hêşt ku jin û civak hîn zêdetir xwe nêzî me bikin. Çawa mirov têhn dibin, jin jî wisa têhna azadiyê ne. Dengê azadiyê li ku bilind dibe, jin dixwaze xwedî lê derkeve. Me ev yek di pêvajoya nîqaşan de hîn baştir dît. Xwesteka me ew e ku hemû jinên cîhanê, pêşengtiya jina Rojava û xwedîderketina wê ya li welat baş bibînin. Her wiha ji bo ku em jî bikaribin erkên xwe yê pêşengtiyê berdewam bikin, divê em di warê siyaset, parastin, rêxistin û di serhildanan de û ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de roleke serke bilîzin."

'Vîna jinê nêzîkbûnên dudilî jî zelal kir'

Rojinê qala hevdîtinên ji bo Kongreyê hem li Sûriyê û hem li derveyî Sûriyê kir û dirêjî da gotina xwe, "Me bi gelek jinan re hevdîtin lidarxist. Bi jinên Şam, Lûbnan û bi jinên derve re hevdîtin pêk hatin. Me nêrînên xwe bi wan re parve kirin. Heta niha ji bo vî karî nêzîkbûnên erênî pêş dikevin. Ji sedî 95 ji van hevdîtinan erênî derbas bû. Dest pêkê hinek rêxistin dudil nêzîkê me dibûn. Digotin ev vîna jinê, dê çawa kar bike? Lê hêdî hêdî bi hevdîtinan re me tam berevajî nêrîna destpêkê. Xwesteka wan a ji bo zû lidarxistina kongreyê hebû. Li bajarên Sûriyê Îdlib, Laziqiyê û Şamê tevî zehmetiyên çûn û hatinê dîsa me hevdîtin pêk anîn. Her wih bi jinên li Ewrûpa, gelek jinên serbixwe û rêxistinan re hevdîtin hatin çêkirin. Bi jinên Sûryan, Ereb, Kurd û Tirkmenan re jî nîqaşên girîng hatin pêşxistin. Ev nêzîkbûna erênî jî bandoreke baş da avakirin ku me giranî da xebatê amedekariya Kongrê. Amadekariyên esasnameya jinê bidawî bûye."

'Ev kongre wê bibe bersiva avakirina Sûriyeke demokratîk'

Rojînê têkîldarê zagona bingehîn ya jinan de jî wiha axivî, "Di vê mijarê de komîteyeke jinê ya ku ji hûquqnasan pêk tê. Gelek nîqaşên girîng pêşxistin û reşnivîsek amade kirin. Em niha giraniyê didin xebatên xwe yên jin ku em ê hevpeymaneke çawa bi hev re pêşbixin. Nîqaşên wê pir kûr tên meşandin. Em dixwazin beriya lidarxistina kongreyê bi hemû jinan re hevdîtinan çêbikin. Ev kongre ji jinên Sûriyê re pêvajoyek girîng diyar dike. Ev yek wê vîn, hebûn û pêşengtiya me di avakirina Sûriyeke federal û civakeke demokrtîk derxe holê. Wê ev kongre bibe bersiva avakirina Sûriyeke Demokratîk. Ji xwe me konferansa xwe di bin dirûmeya "Jina azad misogeriya Sûriyeke Demokratîk e" lidar xist. Li ser vê bingehê em têkoşîna xwe berdewam dikin. Amadekariyên me yên kongreyê di asteke herî jor de û bi kelecanek mezin, bi bendewariyên girîng didomin. Em bawer dikin ku em ê kongreyeke serkeftî, leyîqî xwîna ku li ser ve axê hatiye rijandin û layîqî vîna gelan, pêşbixin. Ji ber ku li vir her kes evîndarê azadî û yekîtiya gelan e. Dengê xwe bi dengê Sûriyekî federal û demokratîk re dike yek. Em ê jî xwedî li daxwaza gelê xwe derkevin û jin bi xebatê xwe wê mohra xwe li dîrokê bixin."

'Civaka ku jin têde azad be wê ew civak azad be'

Rojînê banga rêxistinbûnê li tevahî jinan kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li ser navê Desteya Jinên Sûriyeya Azad û Mekteba Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk, banga me ji tevahî jinên Kurd, Suriyan, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Aşûrî û tevahî pêkhateyên ku li ser vê axê dijîn heye ku, xwe bi tevger û rêxistin bikin û her kes xwe ji kongreya jinên Sûriyê re amade bike. Em hemû bi hev re bi yek dengî Suriyeke Demokratîk- Federal ku tê de jin xwedî vîneke azad be, ava bikin. Ji ber civaka ku jin tê de xwedî vîn be, wê ew civak azad bibe."

(hs/rc)