Jinên Şengalê ji ber bêdengiya li hember şewitandina 19 jinan bi bertekin

09:09

Îlham Hecî - Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL- Jinên Şengalê li hember raya giştiya cîhanê ku di dema şewitandina 19 jinên êzidî li Musilê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ji ber ku ew teslîm nebûn û dest ji baweriya xwe ber nedan ew şewitandin. Em wan Jin û zarokan hisab dikin şehîdên ola xwe ya pîroz. Em bi wan dayik û xuşkan serbilindin ku li ser rêya Ola xwe canê xwe feda kirin."

Di 3 yê tebaxa sala 2014'an de dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, gelek mirov qetilkirin û gelek jî dîl girtin bi xwe re birin. Ew hovîtiya wê demê hatî kirin weke fermanê tê binavkirin. Ji yên dîlgirtî mêr û jinên temenê wan mezin qetilkirin, jinên ciwan jî li bazarên koleyan firotin. Di 6'ê Hazîranê de jî 19 jin û zarokên Êzidî li Mûsulê li ber çavê henû dinyayê di qefesekê de bi saxî şewitandin. Ji bo vê buyerê jî gelek çalakyên cuda cuda ji alyê miletê Êzidî ve hatin li darxistin. Êzidî bi vê yekê gelek êşyane. Ji bo vê yekê jî gelê li Şingalê dimîne dîsa hinek ji derdên xwe ji mere parve kirin û gotin: "Ey dijminê hov baş bizane ne bi fermana, ne bi kuştinê, ne jî bi şewitandinê em xilas nabin û her emê li ser doz û baweriya xwe mînin."

Jina bi navê Muhbet Salih got: "Ez weke jinek li serê Çiyayê Şingalê ew dayik û xuşkên me yên li Mûsilê hatîn şewitandin şermezar dikim. Mixabin heta niha dewleta Îraqê dengê qîrîn û hawarên me nake. Ji ber vê yekê her mirovek wijdanê wî heyî û dengê xwe nake tevî herêma Kurdistanê em hemiya şermezar dikin. Nimuneyek wan heye di bêje dil xweşkirina xuda ji dil xweşkirina dayik û baba ye. Lê dîsa bi navê xuda bang dikin û wan dayikan ser jê dikin û di şewitînin. Em dengê xwe di gihînin hemu dinyayê heke wijdan hebe mafê van dayik û xuşkan ji dujmin bixwazin. Lê mixabin em dibînin ku terazîya heqiyê wergêrandine teraziya bazirganiya mirovan. Em careka din mafê van dayik û xuşkên xwe yên hatîn êsîr girtin û şewitandin ji van kesên ku bêdeng mane dixwazin. Heke Şingal avaba wê hikûmeta Îraqê gotiba Şingal ya me ye."

Muhbet wiha berdewam kir: "Banga min ji miletê Êzidî re heye ku bi êşa van dayik û xuşkên me yên ku dijmin agir bi bedena wan xistine bihisin û wan hîs bikin û werin tola wan ji vî dijminê hov hilînin. Heta em tola dayik û xuşkên xwe hilneynin êşa dilê me xilas nabe. Em ji ne heqiyê re ticarî bê deng namînin. Bila dijmin baş bizanibe ne bi kuştinê ne jî bi şewitandinê xilas nabin."

Xemê Qasim jî ji bo bêdengiya raya giştî wiha got: "Bi rastî ji bo şewitandina dayik û xwuşkên me em gelek êşiyan û xemgîn bûn. Dema mirov ji bo Xweda rojiya digire gereke xêra bike. Lê ev hovin ne mirovin. Heta niha ne dewletên navnetewî nejî rêxistinên mafên mirovan dengê xwe nekirine. Ka mafê mirovan dema mirov bi saxî werin şewitandin. Raste em gelek pê êşiyan lê her yekî xwe bi hesibîne mirov û xwedî wîjdan be ewê bêdeng namîne. Raste Ferman li sere gelê Êzidî rabû û gelek însan êsîr ketin destê DAIŞ'ê. Ji xwe ew êsîrin dikarin her tiştî bi serê wan bikin. Lê ev ne mirovin yan bi destê xwe mirov êsîr ne dikirin û agir ber ne di dan canê wan. Lê ji ber ku ew teslîm nebûn û dest ji baweriya xwe ber nedan ew şewitandin. Em wan Jin û zarokan hisab dikin şehîdên ola xwe ya pîroz. Em bi wan dayik û xuşkan serbilindin ku li ser rêya Ola xwe canê xwe feda kirin."

(zt)