Jinên Colemêrgê banga piştevaniya Geverê kirin

09:11

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Ji bo ji nû ve avakirina Geverê jinên Colemêrgê banga piştevaniyê kirin û gotin: "Pêdiviya gelê Geverê bi alîkariyê heye. Werin em her yek dest bavêjin kevirekê û Geverê ji nû ve avabikin."

Li Navçeya Gevera Colemêrgê ya ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin ji aliyekî welatiyan ve xebatên înşayê didomînin. Pişti ku li Geverê qedexeya derketina kolanan hat rakirin gelê Geverê vedigerin ser axa xwe û malên xwe terik nakin. Ji bo ku ji gelê Geverê re piştgirî û alikariyê bikin Jinên Colemêrgê Banga piştevaniya Geverê li her kesê kirin.

'Divê jin bi hev re birinên Geverê bipêçin'

Hevseroka HDP'a Colemêrgê Emîne Armut diyar kir ku divê jin hemû bibin yek û birinên Geverê bi hev re bipêçin û wiha axivi; "Li Geverê dewletê provakosyona şer kir û avahiyên welatiyên Geverê yên li Taxa Cumhuriyet, Eskî Kişla, Orman û gelek taxên din hilweşandin. Lê gelê me li hemberî hemû astengiyan vegeriyan ser axa xwe û terik nekir. Dewletê bi zanebûn avahî xira kirin şewitandin. Niha gelê me yê Geverê li benda alîkariyê ne. Divê bi zêdebûn jin ji bo pêdiviyên gelê Geverê bibin yek û bi hev re birînên Geverê bipêçin. Pêdivî bi zexîreyan wekî din pêdiviyên zarokan û jinan hene, divê gelê me ji bo Geverê destê xwe dirêj bikin û bi lez alikariyê bikin."

'Emê bi hevre Geverê ji nû ve ava bikîn'

Hevseroka DBP'a Colemêrgê Zûbeyde Bor jî anî ziman ku dewletê li Geverê bi şewitandina avahiyan biranînên gel jî şewitandin û wiha got: "Niha bê navber em bi Şaredariya xwe a Colemêrgê re bi yek dil dixebitin ji bo gelê xwe yê Geverê dibîn alîkar. Em dizanîn gelê me yê Geverê gelek êş jiyan kirin, lê em her tim li cem gelê xwe ne û emê bi hev re wan êşan derbasbikin. Ji bo ji nû ve avakirinê û alîkariyê jî divê destpêkê gelê me yê Colemêrgê piştgiriyê bide û em bi hev re êşên xwe û biranînên gelê Geverê ji nû ve bidin jiyan kirin."

'Divê ji bo ji nû ve avakirinê hûnermend bibin yek deng'

Xebatkara Çand û Hûnera a Feqiyê Teyran Hûlya Durgun jî bang li Hûnermendan û saziyan kir ji bo ji nû ve avakirina Geverê bibin alîkar û wiha domand; "Ji bo ji nû ve avakirina Geverê divê Hûnermend rola xwe bilîzin ji ber ku li Geverê mal bi tenê nehatin hilweşandin gelê Geverê ji aliye aborî, derûnî û jiyanî ve jî bandorbûne. Niha pêdivî pê heye ku gelê Tirkiyê bi hev re ji Geverê re bibin alîkar. Bi pîranî jî divê hûnermend û saziyên me ji bo ji nû ve avakirina Geverê bibin piştgirî. Em bi vî awayî hem lez bidin ji nû ve avakirinê, hem jî ji gelê xwe yê Geverê re bibin yek deng."

(zt)