Koordînasyona Kongreya Star komkujiya Kobanê şermezar kir

13:28

JINHA

QAMIŞLO - Bi wesîleyê 1.salvegera Komkujiya Kobanê Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona Kongreya Star ya Kantona Cizîrê bi boneya 1.salvegera Komkujiya Kobanê 25'ê Hezîranê daxuyaniyek nivîsî weşand. Di daxuyaniya koordînasyonê de kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî hatin bîranîn û komkujî hat nelet kirin û wiha hat gotin, "Di pêvajoya şoreşa Rojava de têkoşînekî bêhempa tê meşandin li dijî zihniyeta ku hewl dide netewa Kurd bi rêbaze komkujiya vîn teslîm bigre. Her roj ev hewldane komkujî tên meşandin da ku hêza êrîşkar encam bigre. Di şerê ku niha li Minbiç, Babê tê mêşandin de ev hêza hovene welatiyen sevîl qetil dikin, gelek welatî revandine û bi rêbaze ne mirovane wan îşkence dikê û di raghandinê de van dîmana diweşîne. Bi vê şerê teyîbet hewl tê dayîn ku pêşdaçûnen hêzen QSD'ê asteng bikê."

Koordînasyonê daxuyand ku her çiqas êrîş bê navber dewam bikin jî, dê ticarî dudilî di têkoşîna gel de çênebe û wiha berdewam kir, "Komkujiyen ku di dîrokê de li ser gele Kurde bi gelek rêbaz hatine meşandin. Armanc ew ku çanda gelên ji holê rakin. Ji ber ne girtina encamên ku dixwestin hêzekî wek DAIŞ'ê derxistin holê da ku bi erka ji holê rakirina çanda dewlemend ya rojhilata Navîn ji holê rakê. Ji bo vê em nikarin êrîşa DAIŞ'ê wek êrişekî bi armanca kuştina mirovan têne bi nav bikin. Ev êrîş û komkujî armanca wan rakirina hevbeşiya dewlemend ya neteweyên rojhilata Navîne. Lê bi zihniyeta ku em netewê demokratik ava bikin û hemû nirxên xwe ya çandî û dîrokî xwedî derkevin em ê tekoşîna xwe bilind bikin û îsrar ku dustaniya gelên rojhilata Navîn avabikin û bi hêz bikin. Em ê li dijî her cureyên êrişa bi hêz biskinin heya ku em dile şehîden xwe aram biki. Carekî din em şehîdê xwe bi rêzdarî bi bîr tînin."

(rc)