Qaşo qaymaqamê Geverê dixwaze alîkarî bide welatiyan
13:51
JINHA
COLEMÊRG- Qaymeqamê Geverê diyar kiribû ku ew ê "alîkariya kirê" bidin welatiyan, berî ku alîkariyê bide, li secereya welatiyan mêze dike. Welatiyên ku alîkariyê digirin li paşnavên wan tên nihêrîn û heke "alîkarî dabin rêxistinê" û "tevli çalkiyên civakî" bûbin, navên wan tê veqetandin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî êrîşên qirkirin hêj qedexeya derketina kolanan cih bi cih didome. Welatîyên ku avahiyên wan hatî hilweşandin û şewitandin avahiyên xwe nûve înşa dikin. Polîtîkayên dewletê yên qirêj di vê pêvajoyê de derdikêvin holê. Qaymeqamê Geverê dabû zanîn ku ew dê ji bo gelê Geverê "alîkariya kirê" bikin, lê serlêdanên ku tên kirin li secereya wan tê mêzekirin. Heke di "çalakiyên civakî" û "alîkariya rêxistinê" de navên wan derbas bibin, ev kes ji alîkariyê tên terxistin.
Yek jî kesê ku navê wî ji nava alîkariyê hat derxistin welatiyê bi navê B.Y., ê ku di dema qedexeyê de ji ber rewşa zaroka xwe ya astengdar neçar ma ji taxê derkeve. B.Y. da zanîn piştî ew vegeriyan navçeyê, mala wan ji aliyê dewletê ve hatibû xirakirin, dema ji bo "alîkariya kirê" çû qaymeqam bi hincetên "We alîkarî daye rêxistina terorê. Di malbata we de kesên tevlî PKK'ê bûne hene. Ji ber wê alîkariya ji bo we hat redkirin" alîkarî nedan B.Y..
'Di dosyayê de tevlîbûna çalakiyan hatiye nivîsandin'
Ji alîyê qaymaqamtiyê avahiyên hatî tespît kirin de li ser dosyayên malbatan de 'Tevlîbûna çalakiyan' û tevlîbûna PKK tê nivîsandin. B.Y wiha domand, "Malbatê de tevlîbûna refên PKK'ê hene û ji ber wê jî em jî wek terorîst îlan kirine. Gotin me hûn çûne û we avahiyên xwe ji bo rêxistinên terorê hiştine. Lê tiştek wisa tuneye. Ez ji ber nexweşiya zarokê xwe yê astengdar pêşiya qedexê Geverê de derketime. Dema ku qedexê jî dest pêkir min nikarî vegerim Geverê. Ne li ser navê min ne jî li ser navê hevjîna min alîkariya pere derneketiye. Rasterast hatiye red kirin."
(kom/rc)