Nûçegihana DİHA yê Meltem tahiliye nebû!

18:48

JINHA

MÊRDÎN - Nûçegîhana DÎHA yê Meltem Okday ku di 14'ê Nîsanê de hatibû girtin derket pêşberî dadê. Meltem, di rûniştina yekemîn de serbest nehat berdan û doz taloq kirin.

Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya Mêrdînê Meltem Oktay ku dema li Navçeya Nisêbînê di nava şer de nûçegîhaî dikir bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û girtin. 1. rûniştina doza Meltem Oktay ku girtî tê darizandin û nûçegihanê DÎHA'yê Ugur Akgul ku serbest tê darizandin li 2. Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Meltem Oktay, Ugur Akgul û hevalên wan ên rojnameger amadebûn. Piştî îfadeyê heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Meltem da û rûniştina dozê taloq kir.

(zt)