Hêviya Rizgariya Minbicê geştir bûye

09:01

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ- Hemleya rizgarkirina Minbicê hêviya gelan geş kiriye. Jinên bajarê Hesekê diyar kirin ku ew li bi hêviyê tevahî bajarên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê bên paqijkirine.

Hemleya rizgarkirin Minbicê ku di 1'ê Hezîranê de bi pêşengiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate dest pêkirin, bi navê "Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla" berdewam dike. Gel û jinên herêmê jî bi hêviyeke mezin li benda serkeftina hemleyê ne. Jinên bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê diyar kirin ku ew pêdivî dibînin ku tevahiya bajarên Sûriyê ji destên çeteyan werin rizgarkirine.

Têkîldarê mijarê Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Hesekê, Leyla Sarûxan axivî û wiha got, "Em weke jin serkeftinê ji bo hêzên ku bajarê Minbicê rizgar dikin dixwazin. Rizgarkirina Minbicê ji bo Sûriyê girîng e. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê li wir hêza xwe xurt dikirin û bi rêya wî bajarî re ji Tirkiyê alîkarî digrtin. Dûvre êrîşê tevahiya bajarên Sûriyê û Rojava dikirin. Lewre pêdeviya gelê Sûriyê bi hêzên hevbeş heye. Pêwîstî bi hêzek ku parastina berjiwendiya gel bike heye."

Rêvebira Karê Jinê ya Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê Mihabat Seîdo jî wiha axivî, "Em dibînin ku hemleya Minbicê hemleyeke serkeftî ye. Ji ber ku azadiya hemû pêkhateyên di nav xwe de dihewîne û bi ruheke germ têdikoşe. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dixwaze di vê hemleyê de biser bikeve û Sûriyê ji destên kesên ku dixwazin welat wêran bikin, rizgar bikin. Ev hemle wê bi ser bikeve. Ew çembera li derdora Minbicê hatiye çêkirin dê dawiya DAIŞ'ê bîne. Em wek jinên Kurd hêvî dikin ku di demeke kin de Minbic û hemû bajarên Sûriyê rizgar bibin."

(hs/rc)