Ne mala xwe, ciwanên li Sûrê man difikirî…

09:02

Medîne Mamedoglu \ JINHA

AMED – Ayhan Bozkur ya bi qedexeya derketina kolanê ya li Sûrê bi zorê ji mala wê hat derxistin, tiştên jiya vegot. Ayhanê got di vê pêvajoyê de 35 kîlo daye û wiha berdewam kir: “Her kesî digot qey ez ji mal û alavan wisa dikim. Lê hişê min wisa li ser ciwanên wir bû. Ez ji bo wan xemgîn bûm. Her kes bibûna yek bihata Sûrê wê kes nehatiba qetilkirin.*

Ayhan Bozkur ya bi qedexeya derketina kolanê ya li Sûrê bi zorê ji mala wê hat derxistin, tiştên jiya vegot û diyar kir ku ji ber xaniyê xwe yê li Sûrê cih de hiştiye poşman bûye û wiha got: “Ji ber ez ji mal û xaka xwe dûr ketim min zehmetiyên mezin kişandin. Min ji ber bêzarbûnê 35 kîlo da. Hişê min wisa li ser Sûrê bû. Min wisa rabûna qedexeyê dipa.”

‘Çi ji destê wan dihat dikirin’

Ayhanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku tiştên ku jiyaye dişibîne Kerbelayê û wiha pêde çû: “Dema em li hundir bûn, ji bo em ji malê xwe derkevin polîsan her tişt dikir. Ji bo em li vir nejîn çi ji destê wan dihat dikir. Wê berf û baranê em ji malên me avêtin. Li ber deriyên me mewzî çêkirin. Em li taxa xwe bûn û taxên me dihatin gulebarankirin. Em di çile de ji malên xwe derketin. Em derneketana wê dewletê em hemû bikuşta. “

‘Tenê ciwan di bîra min de bûn’

Ayhanê bi lêv kir ku dema pevçûnan berdewam dikir, tenê ciwan difikirî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wê pêvajoyê de bi hezaran kes bê mal man. Bi dehan mirov hatin qetilkirin. Em ji vir derketin lê Sûr ji bîra min nediçû. Min dixwest bêm mala xwe lê nedihiştin. Gelê Sûrê pir êş kişand. Min 35 kîlo da.”

‘Ciwan ji bo rûmeta Sûrê li wir bûn’

Ayhanê destnîşan kir ku di seranserê qedexeyê de her roj hatiye Sûrê, lê polîsan destur nedaye bikeve hundir. Ayhanê wiha got: “Tiştên me dît kesî nedît. Ciwanên li wir ji bo rûmeta Sûrê li wir bûn. Ji bo me şer kirin. Divê me jî ew nehiştibana. 5 mehan me pir tişt dîtin. Yên cihê wan tinebûn li derve man.”

‘Canê me çûn lê em malê xwe nadin’

Ayhanê bi lêv kir ku bi terkirina malê re şaşiya mezin kirine û got di hilweşîn û wêrankirinê de para welatiyan jî heye. Ayhanê wiha berdewam kir: “Piştî qedexe rabû welatî dihatin û lanet dikirin. Sûcên xwe jî wisa vedişartin. Ger wan terk nekiriba wê wisa nebûna. Wan ji hilweşînê re zemîn amade kir.”

(hu)